Diyarname
Di 5'emîn salvegera kuştina Gerînendeyê Weşanê yê rojnameya Agosê Hrant Dink de 50 hezar kes ji Taksimê heta ber avahiya rojnameyê meşiyan.
Hevalên Hrant Dink li wê derê daxuyaniyeke weşandin, bal kişandin ser doza ku li dadgehê bi dawî bû lê di encamê de rastî derneketin holê û gotin:
"-Em soz bidin xwe? Ev doz bi dawî nebûye.
- Em soz bidin hev? Mirovahî hê bi dawî nebûye.
- Em soz bidin hev? Dewletê hê hesab nedaye.
- Bila soza me soz be. Jiyana tevî vê bêedaletiyê ji bo me hûmeyan heram e."
Di meşê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û mebûsên din ên BDP'ê jî amade bûn.