Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê 2022 de îro maçên Dora 16’an dest pê kirin. Di maça yekemîn de Hollanda û DYA, maça din de jî Arjantîn û Avustralya hatin hemberî hev. Hollanda û Arjantîn bi ser ketin û derketin çarîk fînalê.
Hollandayê bi 3 golan DYA şikand
Hollanda ku yek ji tîmên xurt ê tûrnûvayê ye di deqîqeya 10’an de bi Memphis Depay 1-0 derket pêş. Berî nîveka yekemîn bi dawî bibe Daley Blind encam anî 2-0 û nîvek bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Haji Wright di deqîqeya 71’ê de hêvî da tîma xwe lê ji Hollandayê Denzel Dumfries di deqîqeya 81’ê de encam diyar kir. Bi vê yekemîn çarîk fînalîstê îsal diyar bû û Hollanda ma hêvî ka dê kî bibe reqîbê wê…
Messi hebe pirsgirêk nîn e
Di maça din de Arjantîn û Avustralya hatin hemberî hev. Arjantîn heta dawî serdest bû lê ya nedikarî deriyê defansê bişkînin û êrîş bi ser kelehê de bibarînin. Dîsa Messi derket ser dikê û encam diyar kir. Di deqîqeya 35’an de Messi bêyî qeleparêz bikaribe tiştek bike gog şand nav torê: 1-0. Di deqîqeya 57’an de Julian Alvarez encama maçê diyar dikir lê di deqîqeya 77’an de Enzo Fernandez gol avêt keleha xwe, hêvî da Avustralyayê. Lê arjatîniyan nehiştin encam biguhere. Bi 2-1’ê Arjantîn çû çarîk fînalê û bû reqîbê Hollandayê. Her ku DYA û Avustralya ye, ew jî vegeriyan malên xwe.
1000’emîn maç
Li aliyê din ev 1000”emî maça Messi bû. Di vê maçê de jî Messi gol avêt û bi 789 gotin di maçên fermî de diavêje.
Maçên din ên Dora 16’an sibê dê bidomin.
***
Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:
- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet