AMED
UNESCO û Desteya Parastina Peyker û Sîteyan a Navnetewî serdana Qesra Artûklû ya li Girê Amîda kir. Dûre jî dê berê xwe bide nav Sûran.
Navenda Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Desteya Parastinê ya Bîrdarî û Şûnwarên Navneteweyî roja 28’ê mehê lêkolîna xwe da dest pê kirin û heta 2’yê meha pêşiya me dê bidomîne.
Pisporên ICOMOS, Nicolas Faucherre (Fransa), Grellan Rourke (Îrlanda), li ser navê UNESCO’yê Maria Liouliou (Şaxa Ewropa û Bakurê Amerîkayê) di nav heyetê de cih digirin. Ligel van, Serokê Kolandina Qesra Artûklû Prof. Dr. Îrfan Yildiz jî di nav lêkolînê de cih girt.
UNESCO’yê piştî lêkolîna li Girê Amîda dê serdana li aliyê Rojhilatê Sûrên Amedê û Nava Sûrê ku cihên nû tên çêkirin jî bike. Şande piştre dê serdana sazî û dezgehên sivîl ên li bajêr bike.