Diyarname
Bifikirin ku hûn wekî yek ji favoriyan têne nîşandayîn, bi ser de jî ev 36 maç in hûn têk neçûne û reqîbê we jî ne di asta we de ye, lê hûn têk diçin. Em qala Arjantînê dikin. Arjanîn di maça yekem a Kûpaya Cîhanê 2022’yan de li hemberî Erebistana Siûdî derket sehayê, bi 2-1 têk çû û bi vê berevajî dîrokek nivîsî.
Rekora 36 maçan ji dest çû
Di maça yekem a Koma C de Arjantîn û Erebistana Siûdî hatin hemberî hev. Di deqîqeya 10’an de Messi ji penaltiyê gol avêt û tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Lîstikvanên Arjantînê heta dawiya nîveka yekemîn 3 gog bi torê ve çikandin lê bi sedema ofsaytê hatin betalkirin. Loma ev beş bi 1-0'ê bi daw^ibû. Di deqîqeya 48’an de Erebistana Siûdî bi Al Shehri bersiv da û wekhevî saz kir. Di deqîqeya 53’yan de Al Dawsari goleke mikemel avêt û serê arjantîniyan xist ber wan. Bi vê encamê surprîz çêbû. Arjantînê ku ev 36 maç bûn têk neçûbûn, îro serê xwe xwar kir.
Îstatîstîkên balkêş
Bi vê maçê re hin îstatîstîkên din ên balkêş jî derketin holê. Ew jî bi vî rengî ne:
- Arjantîn duyemîn tîm bû ku ew qas demdirêj têk neçûbû, 36 maç. Îtalya bi 37 maçan li pêş e. Îro Arjantîn bi ser biketa dê biba şirîkê rekorê Îtalyayê, lê nebû.
- Lîstikvanên Arjantînê 3 caran gol avêtin lê her sê caran jî bi ofsaytê golên wan betal bû. Ev yek di maçek de rekorek e.
- Ji 11 lîstikvanên Arjantînê 4 lîstikvan bi ser temenê 34’an re bû, ku di Kûpaya Cîhanê de yekemîn car ew qas kesên temenmezin di tîmek de cih digirin. Ew lîstikvan ev bûn: Lionel Messi, Nicolas Otamendi, Angel Di Maria û Papu Gomez.
- Messi bi avêtina golê re ket nava dîroka Arjantînê. Messi ji lîstikvanên welatê xwe bû yekemîn lîstikvan ku di 4 tûrnûvayên kûpaya cîhanê yên cuda de golan diavêje. Ji welatên din ji Brezîlyayê Pele, ji Almanyayê Seeler û Klose, ji Portekîzê Cristiano Ronaldo di 4 tûrnûvayan de gol avêtibûn.
- Siûdî Erebistan ku cîranê Qatarê ye ji wê derê gelek siûdî hatibûn temaşekinina maçê loma jî hejmara temaşevanên siûdî ji yên arjantînî zêdetir bûn.
- Bi vê Siûdî Erebistanê cara yekê Arjantînê têk dibe. Ji bo pîrozbahiya vê serketinê li Erebistana Siûdî rojek betlaneya fermî hat ragihandin. Bi biryara Qralê Erebistana Siûdî Kral Salman roja çarşemê wekî roja tatîlê ragihandin.