Enqere
11 rojnamegerên kurd ev 4 roj bûn di bin çavan de bûn û duh ew derxistin pêş dadger. Bi saetan îfade dayîna wan dom kir û vê sibê ji wan 9 rojnameger hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de roja 25'ê kewçêrê Midûra Karên Nivîsaran a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû hatibûn binçavkirin. Rojnameger Zemo Aggoz roja 26’ê mehê piştî îfadeya li emniyetê hatibû berdan.
10 rojnameger piştî 4 rojan birin Edliyeya Enqereyê û îfade dan dozgeriyê. Nûçeyên ku rojnamegeran çêkirine, parvekirinên wan ên medya dîjîtal û ger û geşta wan kirin mijara tawanbariyê.
Dadgehê biryara girtina Midûra Karên Nivîsaran a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger da. Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtina wan da.
Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.


