Diyarname
Temaşevanên tîma Celtic di maça Lîga Şampiyonan de parkartek dijî monarşî vekir û UEFA’yê ji ber vê pankartê 14 hezar Euro cezayê pereyan li tîma Celtic birî.
Tîma Celtic di nav dîrokê de têkiliya wê ligel tevgera komarparêzan hebû, temaşevanên wê jî heta niha her li dijî monarşiya îngilîz bûn. Ev meseleya pankartê jî ji wir tê.
Pankart, di maça Lîga Şampiyonan a ku 14’ê meha borî di navbera tîma Celtic û Shakhtar Donetskê de hate lîstin de hat vekirin. Temaşevanên Celticê li dijî monarşî, dijî taca kralê îngilîz tiştin di pankartê de nivîsin. UEFA’yê bi sedema “di maçeke sporê de peyamên ne guncan” ceza li tîmê birî.
UEFA’yê wekî din jî ceza birîn: Ji van di maça Lîga Ewropayê ya di navbera Stêrka Sor (Sirbistan) û Monacoyê de ji ber “tezahuratên dij zagonî” 20 hezar Euro ceza li Stêrka Sor hat birîn.
Li aliyê din ji ber “peyamên di asta êrîşkar de” li tîma Malmoyê 17 hezar Euro, li tîma Viktoria Plzea jî 10 hezar Euro ceza hat birîn.