Diyarname
Amed Spor ku di Lîga 2”yemîn a TFF’ê de dilîze û îsal karî heta play-offê here niha dê kongreya nû li dar bixe û rêveberiyeke nû hilbijêre.
Klûba Amed Sporê par 19”ê vê mehê kongreya xwe ya awarte li dar xistibû û di bin serokatiya Selahattin Yildirim de rêveberekî nû hatibû hilbijartin. Niha klûbê carek din biryara kongreyê da.
Li gor ku klûbê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye rêveberiya klûbê îro li hev civiyaye û bi yek dengî biryara kongreyê daye. Li gor biryarê kongre 19’ê vê mehê li avahiya klûbê ya li Tesîsên Şehmus Ozer li dar bikeve. Piranî saz nebe dê kongre 26’ê mehê bêyî li piraniyê bigerin kongreyê saz bikin.
Ji sibê de dê amadehiyên kongreyê dest pê bikin.
LIGEL YILDIRIM PEYMAN NÛ KIRIN
Li aliyê din rêveberiya Amed Sporê îro ligel teknîk dîrektorê xwe Ahmet Yildirim peyman nû kir. Teknîk dîrektor Ahmet Yildirim meha reşemî ya 2022’yan li Amed Sporê hatibû ser kar û karî tîmê heta play-offê bibe, loma jî krediya wî ya berdewamkirinê hebû.