Diyarname
Vê hefteyê 11 fîlm ketine vîzyonê. 7 jê ên ji Tirkiyeyê ne û yên din derveyî Tirkiyeyê ne. Yek jê anîmasyon e. Ji nav van "Top Gun: MavericK" Û "Tevnepîr û Keçik" derdikevin pêş.
"Top Gun: Maverick"
"Top Gun: Maverick" fîlmê derhêner Joseph Kosinski ye. Tom Cruise, Jennifer Connelly, Miles Teller û Val Kilmer têde dilîzin. Piştî 36 salan carek din ev fîlm hat kişandin ku di fîlmê yekemîn de jî Tom Cruise serlîstikvan bû.
Pete “Maverick” Mitchell ku di bêndera şer de pîlotê herî serketî ye piştî xizmeta 30 salan dê ji terfiya ku dê wî bi erdê ve girê bide direve. Û xwe di nav perwerdehiya mufrezeya Top Gun de dibîne. Pîlotê navdar dê here peywirek ku di nav de dê bi tirsê xwe re rû bi rû bimîne, fedekariyeke mezin bike.
"Top Gun: Maverick" ku di sala 2020'Î de dê biketa vîzyonê lê ji ber pandemiyê her bi paş ve hat xistin û vê hefteyê ket vîzyonê.
FîlMê ku li Cannesê jî hat nîşandayîn û rasti eleqeyê hat bi dîmenên jetên F-18 balê dikişîne.
"Tevnepîr û Keçik"
Fîlmê "Das Madchen Und Die Spinne" (The Girl and The Spider / Tevnepîr û Keçik) çîroka barkirina ji malek bi awayekî balkêş nîşan dide. Lisa dê ji mal bar bike û Marayê li dû xwe bihêle. Du roj û şevek ji bo barkirina koliyan amade dikin, dîwar boyax dikin, têkiliya navbera wan de her dû here dê kûrti bibe, bêrî zêdetir bibe û bahoza hestiyariyê dest pê bike. Çîroka trajîkomîk a barkirinê fîlm derdixe pêşberî temaşevanan.
Fîlmê ku li Berlinaleyê Xelata Derhênerê Herî Serketî girt, di heman demê de bi Xelata FIPRESCI hat xelatkirin.
Fîlmê ku Ramon Zurcher û Silvan Zurcher bi rê ve biriye Henriette Confurius, Liliane Amuat, Ursina Lardi û Flurin Giger têde dilîzin.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Top Gun: Maverick / Derhêner Joseph Kosinski
- The Girl and Spider / Derhêner Ramon Zurcher, Silvan Zurcher
- May Sunny Maad / Derhenêner Michaela Pavlatov
- Hopper et le Hamster des Tenebres / Derhêner Ben STassen, Benjamin Mousquet / Anîmasyon
- Dijital Esaret / Derhêner Emre Kavuk
- Pi: Sonsukluk / Derhêner Yilmaz Aydin
- İkinci Seans AEEP / Derhêner Gokhan Murat Toktamişoglu
- Musfer: Cîn Kabîlesî / Derhêner Massimo Manjjed
- İçimdeki Kahraman / Derhêner Sinan Sertel
- Payidar: Gazi'nin Buyuk Tablosu / Derhêner Gorkem Uluduz
- Guzgargulu / Derhêner Meryem Beyza Er