Diyarname
Li Îrlandaya Bakur roja 5’ê gulana 2022’yan hilbijartin li dar ket û jimartina dengan hê jî didome. Li gor agahiyên ku tên Sinn Fein li pêş e.
Li gor agahiyên ku ji aliyê Sky Newsê ve hatine belavkirin Sinn Fein li dor sedî 29’ê dengan girtine û di rêza yekemîn de ye. Piştî wê DUP’ê (Partiya Yekîtiya Demokpatîk) ku alîgirê yekîtiya ligel Îngiistanê ye di sedî 21 de maye.
DUP’ê ragihand ku ger Seroka Sinn Feinê Michelle O’Neill bibe serokwezî ji bo cîgiriya serokwezî ewê tu kesî pêşniyar nekin. Ev yek jî dê bibe sedema nîqaşê.
Sinn Fein wekî baskê siyasî yê ÎRA’yê (Artêya Komara Îrlandayê) ketibû nava xebatê û piştî ku li hevkerin çêbû jî Sinn Fein her beşdarî hilbijartinan bû. Di hilbijartina 2020’î de Sinn Fein dîsa bûbû yekemîn lê ew qas ferq bi dest nexistibû. Loma jî ligel yekemînî jî zêde mebûs dernexistibû li gor reqîbê xwe di warê kursiyan de bûbû duyemîn. Vê carê li gor agahiyên pêşî, li dor sedî 6-7 zêdetir ferq dixuye.
Di 10’î avrêla 1998’an de Peymana Pîroz a Înê hatibû îmzekirin û ji wê demê de Îrlandaya Bakur her bi koalîsyonê dihav bi rê ve birin. Li gor peymana di navbera Îrlandaya Bakur û Îngilistanê de her du alî bi hev re welat bi rê ve dibin. Niha îhtîmal e rewş biguhere. Di Parlemena Îrlandaya Bakur de 90 kursî hene. Di hilbijartina 2020’î de DUP’ê 28, Sinn Feinê 27 kursî bi dest xistibûn. Li gor agahiyên ne fermî vê carê Sinn Fein zêdetir kursiyan bi dest dixe.
Sinn Fein dixwaze heta 2025’an ji bo yekirina her du Îrlandayan referandûmê li dar bixe. Di hilbijartina 2020’î de hejmara mebûsên ku Îrlandaya yekbûyî diparêzin ji hejmara mebûsên alîgirên Îngilistanê zêdetir bûbûn. Sinn Fein û Partiya Karkerên Sosyal Demokrat 9 mebûs şandibûn Parlemena Navendî ya li Londonê, lê DUP’ê karîbû 8 mebûsan bişîne.
Li vê erdnîgariyê “Kraliyeta Yekbûyî” heye ku ji Îngilistan, Galler, Skoçya û Îrlandaya Bakur pêk tê.
HILBIJARTINA LI WELATÊN DIN
Li aliyê din li Îngilistan, Galler û Skoçyayê hilbijartina herêmî ya ji bo şaredariyan çêbû. Li van deran jî jimartina dengan didome.