Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de maçên Dora 16’an hatin lîstin û 8 tîmên ku derbasî çarîk fînalê bûn diyar bûn. Di vê dorê de maça balkêş têkçûna Fenerbahçeyê bû.
Di van sê rojan de maçên Dora 16’an ên Kûpaya Tirkiyeyê hatin lîstin. Maça dawî vê êvarê di navbera Beşîktaş û Goztepeyê de bû. Beşîktaş bi penaltiyan bi ser ket.
Di vê dorê de Gazîantepê Kasimpayaşê bi 2-1, Karagumrikê Konya bi 5-4, Kayseriyê Fenerbahçe bi 1-0, Sîvasê Bandirma bi 4-2, Antalyayê Hatay bi 2-0, Trabzonê Denîzlî bi 2-1 têk bir. Û maçên dawî îro bûn. Alanya û Adana Demirspor bi hev re lîstin. Maç bi 1-1 bi dawî bû, di deqîqeyên zêdek de jî encam neguherî û di penaltiyan de Alanya bi 4-2 bi ser ket. Maça din di navbera Beşîktaş û Goztepeyê de bû, ev maç jî bi penaltiyan bi dawî bû. Maç 0-0 bi dawî bûbû. Beşîktaş bi penaltiyan bi 3-1 bi ser ket û ew jî derbasî çarîk fînalê bû.
Ji bo çarîk fînalê roja 11’ê mehên dê pişke bê kişandin. Gazîantep, Karagumruk, Kayseri, Sivas, Antalya, Trabzon, Alanya, Beşîktaş di çarîk fînalê de wê bikin ku derbasî nîv fînalê bibin.