Diyarname
Sînemaya Îstanbul Modernê kete 10 saliya xwe û ji bo vê yekê hin fîlmên ji Tirkiyeyê hilbijartin û wekî online bê pere belav dike. Navê "Biz de Variz! 10 Yaşinda" (Em jî hene! 10 salî ye) lê kirine. Bername 18'ê mehê dest pê kir û 7'ê meha pêşiya me bi dawî dibe.
Heta niha fîlmên "Okul Traşi" (Derhêner Ferit Karahan), "Golgeler Îçînde" (Derhêner Erdem Tepegoz), "Yeniden Leyla" (Derhêner Bariş Hanciogullari), "Kayipi Açik Birak" (Derhêner Umran Safter), "Cemîl Şov" (Derhêner Bariş Sarihan), hatin nîşandayîn.
Ji niha û pêde jî fîlmê "Govenda Zîn û Alî" (Derhêer Mehmet Alî Konar) di navbera 29-31'ê mehê de, fîlmê "Aci ve Tatli" (Derhêner Dîdem Şahîn) di navbera 1-3'yê reşemiyê de, "Çatlak" (Derhêner Fîkret Reyhan) di navbera 3-5'ê reşemiyê de û "Însanlar Îkiye Ayrilir" (Derhêner Tunç Şahîn9 jî di navbena 5-7'ê reşemiyê de tê nîşandayîn.
Ji bo temaşekirina navê xwe qeydkirin têre dike, lê fîlm bi kontenjan in. Ji bo temaşekirinê di lînka jêr de fîlmê hûn dixwazin temaşe bikin bitikînin û navê xwe qeyd bikin.
Ji bo agahiyan: