Diyarname
DTSO (Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê) îro bi daxuyaniyeke nivîsî bang li malbatan kir ku li dibistanan dersa kurdî hilbijêrin. Pêşî jî Pêşbaziya Çîrokên Kurdî da dest pê kirin. Yên bi ser bikevin dê bi tabletek bêne xelatkirin.
Li dibistanên Tirkiyeyê ji bo serdema 2022-2023'yan roja dawî ya hilbijartina dersên kurdî 21'ê vê mehê bi dawî dibe. Bangên serîlêdanê têne kirin. DTSO'yê jî îro bangek kir û xwest malbat herin dersa kurdî (kurmancî, kirmanckî) hilbijêrin. DTSO'yê di daxuyaniya xwe de got ku ger dersa kurdî bê hilbijartin hem dê hin astengiyên li pêşiya kurdî bêne rakirin hem jî mamosteyên ji Beşa Wêje û Zimanê Kurdî mezûn bûne bibin xwedî kar.
PÊŞBAZIYA ÇÎROKAN
Li aliyê din di heman daxuyaniyê de DTSO'yê eşkere kir ku ew zarokan teşwîqê kurdî bikin, kurdî û zimanê kurdî biparêzin û pêş bişin ew "Pêşbaziya Nivîsandina Çîrokên Kurdî" didin dest pê kirin. Li gor daxuyaniyê dê 100 tabletî li xwendekarên di vê pêşbaziyê de bi ser bikevin belav bikin. Yên bixwazin divê heta 21'ê adara 2022'yan çîrokên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
Şertên serîlêdanê bi vî rengî ne:
- Çîrok divê bi kurmancî an kirmanckî (zazakî) hatibin nivîsîn.
- Yên ku li dibistanê dersa kurdî hilbijartina dikarin beşdar bibin, divê ev belgeya hilbijartina dersê hebe.
- Yên beşdar dibin divê di polên dibistana navîn ên 5-6-7 û 8'an de bin.
- Çîrok divê herî hindik 400 peyvî bin.
- Xwendekarên li nav Amedê û navçeyên wê dixwînin dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin.
- Roja dawî ya beşdariyê 21 adar 2022 ye.
Ji bo têkilî:
0412 280 35 50
https://www.dtso.org.tr/
Forma Selîrêdanê: PÊŞBAZÎ
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Îro: Agahiyên li ser dersa kurdî
- Saziyên sivîl ên li Ewropayê banga hilbijartina dersa kurdî kirin
- Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin
- 6 baroyan jî ji bo kurdî bang kir
- Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin
- Li ser 'Dersa hilbijartî ya kurdî' sê agahiyên nû
- Mamoste Nado: Bi lezgînî gere em dersên kurdî hilbijêrin
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com