Diyarname
Hevserokê Komeleya Birca Belek Mîrza Ronî îro li Cizîrê hat binçavkirin.
Komeleya Birca Belek li Cizîrê ye û li ser ziman û çanda kurdî xebatê dike. Mîrza Ronî di kongreya dawî de ji bo hevserokatiya komeleyê hatibû hilbijartin. Mîrza Ronî ku di heman demê de nivîskarê Diyarnameyê ye îro hatiye binçavkirin.
Komeleya Med-Derê jî li ser vê yekê peyameke belav kir, binçavkirina Ronî şermezar kir û ev binçavkirin wekî êrîşa li hemberî zimanê kurdî bi nav kir.