Diyarname
Lîstika Moliere ya bi navê "Tartuffe" ku Şanoya Bajêr a Amedê derxistibû ser dikê vê carê li Mêrdînê ewê bilîzin.
Lîstika "Tartuffe" yek perde ye û komedî ye. Lîstika ku Şêxmûs Sefer wergerandiye, derhêneriya wê Ruknettin Gun kiriye. Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Berfîn Emektar, Elvan Koçer, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dîjle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem û Ozkan Şeker têde dilîzin.
Lîstik 2'yê mehê saet 19,30 de wê li Yay Grand Otel a Mêrdînê bê lîstin.
Ji bo têkilî: 0506 855 5149