Diyarname
Vê hefteye 9 fîlm ketine vîzyonê. Yek jê anîmasyon e. 5 ji derveyî Tirkiyeyê, 4 jî yên tirkî ne. Sê yên biyanî hene ku em derdixin pêş. Ji yên Tirkiyeyê yên bixwazin dikarin li "Cemil Şov"î temaşe bikin.
"Ha’berech"
Fîlmê derhêner Nadav Lapid bi navê "Ahed’in Dizi" li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê. Avshalom Pollak, Nur Fibak, Oded Azulay û Michal Benkovitz Sasu têde dilîzin.
Fîlmê ku li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Taybet a Juriyê girt çîroka derhêner Y ya azadiyê nîşan dide. Li aliyeke din jî ew bi nexweşiya diya xwe re eleqedar e. Lapid fîlmekî rexneyî pêşkêş dike.
"Ich Bin Dein Mensch"
Fîlmê derhêner Maria Schrader ê bi navê "Ich Bin Dein Mensch" li ser navê Almanyayê ji bo Xelata Oscarê wekî pêşberendam hatiye şandin. Fîlmê ku b inavê "Tam Sana Goreyim" ketiye vîzyonê çîroka Alma nîşan dide. Li ser daxwaza patronê xew Alma mecbûr maye beşdarî ceribandineke balkêş bibe. Ji bo vê ceribandinê ewê sê hefteyan ligel robotek bi navê Tom sê hefteyan bijî.
"Eternals"
Fîlmê "Eternals" lîstikvanên navdar wekî Angelina Jolie, Richard Madden, Kumail Nanjiani, Lauren Ridloff, Brian Tyree Henry, Salma Hayek, Don Lee û Lia McHugh têde dilîzin. Fîlm çîrokeke kevnare carek din bi zimanê sînemayê derdixe pêşberî temaşevanan. Karakterên Eternal ji bo parastina mirovahiyê careke din tên ba hev.
Derhêneriya fîlm derhêner Chloe Zhao dike ku wê îsal Xelata Oscarê girtibû.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Ha’berech / Derhêner Nadav Lapid
- Ich Bin Dein Mensch / Derhêner Maria Schrader
- The Marksman / Derhêner Robert Lorenz
- Eternals / Derhêner Chloe Zhao
- La Gallina Turuleca / Derhêner Eduardo Gondell, Victor Manigote / Anîmasyon
- Şeytanı Ararken / Derhêner Faik Ahmet Akinci
- Fazla Şaapma / Ahmet Kapusuz
- Cuhenna / Derhêner Gurbet Gurur
- Cemil Şov / Derhêner Bariş Sarhan
***
Nûçeya Eleqedar:
- Welatanê Kendavî fîlmo newe ê Angelina Jolie qedexe kerd
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com