STENBOL
Gelek rewşenbîr, nivîskar, ronakbîr û zanyarên ku ji bo beşdarî avakirina "Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê" bibin û li ser binpêkirina mafan û şer nîqaş bikin ji gelek welatan hatin Stenbolê. Di civîna Komîsyona Heqîqetê de Civaknas Îsmaîl Beşîkçî diyar kir ku li gel heqîqeta di 9'ê sermaweza 2005'an de li navçeya Şemzînana Culemêrgê dewlet li ser sûc hat girtin jî welatên Ewropayê li hemberî vê rastiyê bêdeng man.
Li Tirkiyeyê ji bo rastiya şer û binpêkirina mafên mirovan bê ronîkirin, hewldana avakirina "Komisyona Lêgerîna Heqîqetê" li Stenbolê bi civîna ku gelek rewşenbîr, nivîskar û zanyaran beşdar bûn pêk hat. Di civîna "Komîsyona Heqiqetê" de gelek kesên ku ji welatên cîhanê hatibûn jî nêrîn û ezmûnên/ceribandinê xwe parve kirin.
Di civînê de Civaknas Îsmaîl Beşîkçi diyar kir ku heqîqeta li Rojhilata Navîn kurd dijîn û wiha got: "Ji bo kurd nebin xwedî maf û statuya xwe, ji avakirina komarê (Komara Tirkiyeyê) heta niha kurd rastî pêkanînên xerab hatine. Helwestên Rusya, welatên Ewropayê û Amerîkayê jî ji vê yekê ne baştir e. Li Tirkiyeyê jî li gel heqîqeta di 9'ê sermaweza 2005'an de li navçeya Şemzînana Culemêrgê dewlet li ser sûc hat girtin jî welatên Ewropayê li hemberî vê rastiyê bêdeng man."
'PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA AZADIYÊ YE'
Beşîkçî got ku pirsgirêka kurd ku îro li Tirkiyeyê tê dijîn pirsgirêka heq, hiqûq û azadiyê ye û wiha dom kir: "Li Tirkiyeyê ji kurdan tê xwestin ku kurd wekî tirkan bijîn. Ev helwestek nijadperest e. Li Tirkiyeyê hê bîrdoziya fermî nehatiye guhertin. Hê ne diyar e çend kes çima hatine kuştin."