Diyarname
Platforma Çandê ya Helebê li taxê Şêxmeqsud pêşangehek ji nîgarên zarokan re vekir.
Nûnerên Kongreya Star, endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, Tevgera Ciwanên Şereşger ên Sûriye, dayik û malbatên zarokan tev li pêşangehê bûn. Di pêşangeh^ede dora 32 nîgarên ku 24 zarokan çêkiribûn cih girtin.
Yek ji Rêveberiyê Platforma Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat axivî û beşdarbûna tevahî zarokan di pêşangehê de pîroz kir.
Di dawiya pêşangehê de xelat ji aliyê rêveberiyên platformê li ser zarokên ku beşdarî pêşangehê bûn, hat belavkirin.
ANHA


