Diyarname
Heta niha dengbêjên herêma Botanê deng û rih dabûn payîzokan. Lê niha keçikek biçûk, delal, nazik û narîn deng û rih dide payîzokan. Bi sazkirina Pargînê li Rojavaya dil klîbeke ji bo payîzokê (Wan wekî "Peyizok" nivîsiye) hat kişandin. Keçika biçûk Sorxwîn Sedûn payizokê dixwîne û xweş dixwîne.
Muzîk Mehmûd Berazî, klîb jî ji aliyê Şêro Hindê ve hatiye kişandin.
Em vê payizokê wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin.