Diyarname
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Meşal Temo di sala 1957'an de li Derbêsiyê ya girêdayî Hesekî hatiye dinyayê.
Wî, di sala 1980'ê de li Zanîngeha Helebê xwendina Endezyariya Çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972'yan û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji wan kesan e ko Navenda Celadet Bedir-Xan a Rewşenbîrî li Qamişlo (di 10.12.2000'î) ava kiriye. Ew yek ji damezrînerên Platforma Celadet Bedirxan, Komîteya Saziyên Sivîl ên Civakî û rêberê Tevgera Herikîna Dahatûyê bû.
Heta niha du pirtûkên wî bi erebî "Gotina dawî" (2001) û "Bawerî û Nêrîn" (2002) hatibûn çapkirin. Bi kurdî jî pirtûka "Rûpelên Welatekî Bêwelat" (2002) û pirtûka wî ya çîrokan "Kopalê Sor" (2003, Weşanên Navenda Celadet Bedirxan a Rewşenbîrî) hatine weşandin
Meşal Temo roja 07.10.2011'an de li Qamişloyê di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Kê sûîqet li Meşal Temo kir?
- Li dijî merasima cenazeyê Temo ya li Qamişloyê êrîş: 2 mirî