Diyarname
Partiyeke 100 salî. Tam bi temamî roja 1'ê tîrmeha 1921'ê hate avakirin. Em qala Partiya Komunîst a Çînê (PKÇ) dikin. Partî li ser pişta "Tevgera 4'ê Gulanê" ku di sala 1919'an de hatibû avakirin çêbû. PKÇ li ser xeta Lenîn tê avakirin û piştî avakirinê bi 22 rojan di navbera 23-31'ê tîrmeha 1921'ê de kongreya xwe li avahiya dibistana keçikan a li Şangayê li dar dixe. Lê ew sal ji bo PKÇ'ê zor derbas dibin. Pêre jî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn xwe nîşan dide. Û di sala 1949'an de dema Mao Komara Gel a Çînê radigihîne Partiya Komunîst jî dibe partiya dewletê. Di salên 1950'yan de têkiliyên PKÇ'ê ligel Rusya jî, DYA'yî xira dibin.
Va ne hin îstatîstîkên din:
- Sala 1966'an de Mao "Şoreşa Çandê" dide dest pê kirin. Heta dimire ev yek didome û dixwaze bi vê gavê rihê Şoreşa Çînê careke din geş bike.
- Piştî Mao di sala 1976'an de dimire di nav partiyê de şerê desthilatdarî dest pê dike.
- 1978'an de Deng Şiaping tê ser kar. Ew jî tevgera "Nirxên Çînê û Sosyalîzm" dide dest pê kirin û hemû saziyên dewletê dixe destê PKÇ'ê.
- Kongreya Neteweyî ya PKÇ'ê saziya herî bilind û biryardar a partî û welat bi xwe ye. Pênc salan carek li hev kom dibe û biryara digire. Bin wê "Komîteya Navendî" heye. Dûre "Komîteya Rêveber a Polîtburo ya PKÇ'ê" tê ku 9 endam3en wê hene.
- Niha Sekreterê Giştî yê PKÇ'ê, Serokê Komara Gel a Çînê û Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî Şî Cînpîng e. Ew di sala 2012'yan de hat ser kar. Di asta herî bilind de xwedî gotin e. Di sala 2016'an de pênaseya "Rêberê Sereke" girt. Wî di sala 2018'an de Zagona Bingehîn guherand û sînora li ser karmayîna serokdewlet rakir. Kovara Forbesê di sala 2018'an de di lîsteya kesê herî xurt ê dinyayê de ew xist rêza yekemîn.
- Li gor îstatîstîkên sala 2018'an bi temamî 90 mîlyon û 594 hezar endamên PKÇ'ê hene.
- Bîrdoziya wê Bi Nirxên Çînê Sosyalîzm, Marksîzm-Lenînîzm.
- Diruşma wê: Xizmetê Mirovan Bike
PKÇ van rojan 100 saliya xwe pîroz dike. Ev wêne jî ji wê pîrozbahiyê ne.
Foto: Noel Celis / AFP

.jpg)


