Diyarname
Îro li Amedê dê mîtînga ziman bihata li dar xistin lê hat qedexekirin. Li ser vê yekê komek xwest daxuyanî bide û bimeşe jî ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin.
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê xebat dabû dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de îro divê Meydana Stasyona Amedê mîtînga ziman li dar biketa, lê Walîtiya Amedê ew qedexe kir. Polîsan Meydana Stasyonê, derdora ofîsê girt bin dorpêçê.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Mebûsên HDP'ê Dersim Dag, Huseyin Kaçmaz, Ayşe Surucu, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Serokê KKP'ê Sinan Çiftyürek, nûnerên Tora Ziman û Platforma Ziman li Kuçeya Hunerê ya li Ofîsê hatin ba hev, lê polîsan dor li wan pêça. Hemwelatiyên ku ji bo beşdariya daxuyaniyê bibin ber bi Kuçeya Hunerê ve diçûn jî hatin astengkirin.
Li aliyê din Mîtîngên li Cizîr û Wanê jî hatibûn qedexekirin.
Foto: MA


