RIHA
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan û mebûsên pêre îro dê biçûna serdana Emine Şenyaşar a ku mêrê Wê û zarokên wê hatibûn kuştin. Berî HDP'yî bigihîjin wir, Emine ŞEnyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin. Li ser vê Buldan û yên pêre li ber edliyeyê dest bi nobeta sembolîk kirin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê "Nobeta Edelatê" digirin. Ligel ku ji malbata wan Mêrê wê û du kurên wê hatine kuştin jî, kurê wê yê din bi cezayeke din giran hat cezakirin. Emine Şenyaşar di Nobeta Edelatê de dixwaze kurê wê bê berdan, yên ku mêr û kurên wê kuştine, yên ku ferman dane wan bêne cezakirin. Ji bo vê yekê ev nêzî mehek e ew li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire. Lê îro berî hatine Buldan hat binçavkirin.
Ligel Hevseroka HDP'ê Buldan, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, mebûsên HDP'ê Ayşe Surucu û Mahmut Togrul li ber edliyeyê dest bi nobeta edelatê kirin.
Piştî vir Buldan û heyeta pêne rê her9in serdana diya aktîvîst Ayşe Gokhan Luftgiye Gokhan.
Ji MA'yê hatiye girtin


