Koma xwendinê ya amedê roja 24.03.2021ê pirtûka Menaf Osman ‘’Sînor’’ nirxand. Şêwir li ser bernameya zoomê online bi moderatoriya endamê komê Mirad dest pê kir.
Mirad bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir; em ê îro pirtûka Menaf Osman Sînorê binirxînin lê ji bo ku nivîskar girtiye nikare tevlî şêwira me bibe. Di şêwiran de gava nivîskar dibin mêvanên me em daxwaza wan a xwenasînê dikin lê ji bo ne pêkan e nivîskarê vê pirtûkê bihata şêwirê û xwe bida nasîn ez ê wî bidim nasîn. Menaf Osman 28 sal in girtiye, hevalekî ji hêla wêjeyî ve berhemdar e gelek berhemên wî hene. Em niha berhema wî ya di 2018'an de derçûye dinirxînin.
Mirad berhemên ku di beriya Sînorê de çap bûne jimart. Piştre got hevala/ê ku bixwaze dikare mafê axaftinê bigire û dest bi nirxandina xwe bike.
'PEYAMÊN ZEHF XWEŞ HEBÛN'
Endamê komê Huseyn mafê axaftinê xwest û dest bi axaftinê kir û got: ez dikarim bibêjim ev roman tarza min bû min pirtûkê bi hezkirin û dilşewatî xwend,roman bîranîn,dîrokî,civaknasî û psîkolojîk bû lê belê bi pirayî rasteqîn bû dibe ku nav guherîbin lê çîrok rasteqîn bû. Di romanê de derûnî hebû,pênaberî hebû, êş hebû,şoreşgerî hebû bi van mijaran roman xwîner dixist nav xwe, nivîskar vê tarzê tercîh kiribû bi min xweş bû, ziman herikbar bû, peyvên mirov nizanibûn derdiketin lê dîsa jî xwendina wê xweş bû, mirov xwe di pirtûkê de didît. Di pirtûkê de peyamên zaf xweş hebûn; di hêla ziman de,di hêla kurdayetiyê de,di hêla yekîtiyê de peyamên di cih de dabû. Mekan berfireh bû,carînan zeman li hev diket,çend xeletên mantiqî hebû, karakter li mala Şêxo ye lê dibêje ez ji mala Misto derketim tevlîheviyên wisa hebûn,ev dibe şaşitiya redektê ez naxwazim pirr li ser bisekinim. Bi gelemperî pirtûk baş bû hevalekî di nav ewqas bê derfetiyê de berhemên wisa afirandiye ez dibêjim mala wî ava be.
Endama komê Eyşeyê mafê axaftinê girt û wisa got: Navê roman û naveroka romanê pirr li hev dihat. Armanca nivîskar li holê bû peyamên ku dixwest xwîner bigire veşartî nebûn. Mijara yekemîn wateya sînor derketibû pêş çawa sînor welatan ji hev qetand mîleta kurd çawa ji hev qetandiye derketibû pêş. Di bin çîroka mezin de çîrokên biçûk hebûn. Çîroka Evdîl pirr balkêş bû ji ber ku bavê wî jî qaçaxçî bû li wan sînoran, ji ber sînorê jiyana xwe ji dest daye evdîl ji hêlekî din ve wê têkoşînê digire li ser milê xwe,ji bo welat rizgar bibe sînor ji ortê rabe têkoşînek dide û ji wê sînorê derbas dibe. Beşa ku herî min eciband di zarokatiya Evdil de bavê wî qala gundê wan dike lê gava ew diçe li wir ne wekî bavê wî qal kiribû cihekî ji rêzê bû. Wê derê peyama ne xweşikbûna gund bû xweşikbûna welatê mirov bû.Di romanê de psîkolojî hebû mesela tirs tirsa dilê mirov hem tirsa aliyê şoreşgeran ve hem jî tirsa aliyê serdestan ve hatibû gotin. Mesela Evdil ditirse û meraq dike gelo hevalên wî yên din jî ditirsin yan natirsin metafora tirsê pirr derketibû pêş. Çîroka Emînê Qop çîroka darizandina bê zanîn bû berê Evdil dibêje xayîn e lê piştre hîn dibe ku tiştekî wisa tune bû. Çîrok bi gelemperî vekirîbû di xwe de meraq nedihewand,qala Emînê Qop dike û dibêje çima qop bûye û çima vî navî li wî kirine.Ez ji xwendina pirtûkê aciz nebûm lê divê hin tişt veşartîbûna xwîner meraq bikira.
'DU ÇÎROKAN EZ XEMGÎN KIRIM'
Endama komê Sevgulê dora axaftinê girt û wisa got:Nirxandina pirtûka Menaf Osman gelek min xemgîn kir ji bo ku ew di nav me de nîn e,em bê wî dinirxînin. Di vê pirtûkê de çîroka bavan bûbû qedera lawan 22 beş û 176 rûpel birastî jî sînor tena serê xwe tiştekî watedar bû,çîrokeke balkêş bû, tiştên bala min kişand Rizgar bû, Mizgîn bû Leyla bû, Evdil bû her nav temsiliyeta tiştek dikir kesek li ser navê Êzîdiyan li wir bû,yek kirmanc,yek soran hem ol hem jî zarava bûbûn mijar. Vegotin ji kesê yekemîn dest pê dike bi kesê duyemîn berdewam dike. Karakterê sereke Evdil bû hertişt di binê banê Evdil de dihat qal kirin. Ez bi du çîrokan gelek xemgîn bûm yek çîroka di bin erdê de xwe veşartin heta lêgerîn qediya ez li wir hestiyar bûm û giriyam.Gava ew tirsiyan ez jî bûm ji wan yek ez jî tirisiyam. Çîroka duyemîn gava bavê Evdil qala gundê xwe dike di vir mesele ne xweşikbûna gund bû mesele azadiya axa mirov bû.Ew çîrok gelekî watedar bû.Ji hêla jinan ve karakterên jin gelek xurtbûn herdu karakterên jin bêtirs tevdigerin.Çîroka Xelo û Emîn çîroka kesayetiya mirovan bû.Çîroka Evdil mirov diêşandin bavê Evdil ji bo nanê zarokên xwe ji wê sinorê derbas dibûn Evdil li ser navê şoreşgeriyê derbas dibû. Min jî pirtûkê bi kêfxweşî xwend xemgîn im nivîskar di nav me de nîn e em nikarin nirxandina xwe rû bir û bikin.
Endamê komê Eyup mafê axaftinê girt û got:Ez gava her berhemeke kurdî dixwînim tiştên nû hîn dibim,li gorî min mirov dikare bi saetan li ser Pirtûka bi navê Sînor biaxive. Di nav de jiyana me perçebûna welat,têkoşîna li hemberî sînor,êş û kul hemû di nav hev de hatibû sewirandin vî karî Menaf Osman bi awayekî pîsporî anîbû li ber hev.Ez di gelek cihan de giriyam di dawî de gava Evdil pîra xwe û kalikê xwe Soro dît bi min pirr bi êş bû,Evdil gava diçe gundê bavê xwe dibîne çiqas xeyalên wî jî dişkîn dîsa dizane bavê wî qala hesreta welat kiriye gotina ‘’bilbil kirine qefesa zêrîn gotiye ax welat ax welat’’ anî bîra min. Di çîroka Evdil de min çîroka zarokatiya xwe dît ew çawa ji axa xwe dûr ketibûn ez jî dema gund şewitîn wisa ji axa xwe dûr ketibûm gava piştî çend salan çûm gundê xwe ez bi qîrîn giriyam.Çîroka pirtûkê jiyana vî gelîye em hemû bi awayekî sînorê dijin. Di pirtûkê de stargeha zarokan cih girtibûn em dizanin ew jî rastiyek e.Nivîskar ketibû nav karaktera Evdil pişt xewn û xeyalên xwe ve diçûn.
RAKIRINA SÎNORÊN SER ZIMAN
Endamê komê Ehmed mafê axaftinê girt û got:Di hêla romanê de hîn xalên girîng hene yek jê karaktere yek jê zeman û mekan in û yek ji wan jî bûyer e yek jî cihana çîrokê ye. Şayesandin pirr girîng e cihekî bûyer lê diqewîme bi şayesandinê tê xemlandin. Di hevoka ewil de bûyer ew ê çawa were şayesandin derdikeve pêşberî me. Sê karakter rûpela ewil derdikevin pêş Mîrza, Leyla û Evdil. Evdil dilê pirtûkê bû nivîskar çîroka xwe li ser karaktera Evdil derdixist pêşberî xwîneran. Min çend romanên nivîskar yên din jî xwendine bi xwe şervanekî kurd e di nava çar diwaran de ye lê bi aweyekî hûnerî bi xweşbêjiyê rewanbêjîyê bûyerê pêşkeş dike. Bi van karakterên ku honandiye jiyana şervanan şênber vedibêje. Hewldana wî ya rakirina sînora li ser ziman hemû zaravayên kurdî bikaranîye ev di berhemê de nîşaneyekê girîng e. Gava welatên me perçe kirin armanca wan a yekemîn ji hev dûrxistina zaravayan bû armanca sînorê ew e ku kurdan ji hev perçe bikin.Çîroka pirtûkê çîrokeke pirr xurt e,çîrok şênber e ji hêla zeman ve ji hêla mekan ve. Beyî ku demê bibêje demê diyar dike.Peyama herî girînga di nava pirtûkê de ev bû;dibêje em ê sînoran di nava welatê kurdan de rakin. Di romanê de bendemayîn hebû.
Endama komê Remziyeyê dest bi axaftina xwe kir û got:Mijara romanê di serî de diyar bû bi navê Sînor derdiket pêşberî me. Di pirtûkê de tiştekî veşartî tune bû rasterast bûyerê vegotibû. Karakter dihatin li ber çavên me,gava qala stargehan dikirin xweş dihatin li ber çavên me. Romanên şoreşgeriyê yên beriya vê pirtûkê xwendibû neşidibiyan wan romanan belkî wekî hevalan jî got karaktera Evdil nivîskar bi xwe bû. Pirtûkên şoreşgeriyê yên beriya vêya min xwendibû karakter tim dimiriyan ew jî mirov diêşandin di vê pirtûkê de ev tune bû. Mazûvaniya kurdan derketibûn pêş di vê pirtûkê de îxaneta nav xweyî tunebû ev bi min xweş bû. Beşa bîst û diduyan pirr bandor li min çêkir gava Evdil pîr û kalê xwe dîtin,min jî xwe li wir negirt û girîyam. Ev jiyana me ya rastîye û gelek bandor li ser min çêkir. Ziman herîkbar bû mirov ji xwendina pirtûkê aciz nedibû. Dest û tiliyên nîvîskar sax bin û înşallah di wê cihê teng de derkeve.
Endama koma Seyhanê dest bi axaftina xwe kir û got:Em hemû heman pirtûk dixwînin kêm zêde em ê heman tiştan bibêjin. Ji pirtûka bi navê Sînor pirr tiştên cuda jî dernediket wekî hevalan jî got pirtûk bîranîn bû. Hevalan got em giriyan cara yekemîn e ez pirtûkeke bi vî rengî dixwînim û nagirîm bi gelemper pirtûkên wisa dawiya wan bi şahadetê diqedîn ev pirtûk wisa neqediya. Serkeftina nivîskaran di cihekî de derdikeve pêş ew jî xwîner karakter rasterast dijî û xwe dixe cihê karakteran min gava beşa karaktera bi navê Mizgînê xwend min xwe xist cihê Mizgîn û hewldana wê û hînbûna zaravayan û hewldana min hatin li ber çavên min û min got ger nivîskarekî dikaribe karaktera xwe bi rih û can bike ew serkeftina pênûsa nivîskar e. Em vegerîn li ser çîrokê nivîskar bi her awayî karakterên xwe derxistibûn pêşberî me,mayîna li stargehan derbasbûna sînorê,tirsa derbasbûnê,hevaltî,rexneya di nav xwe de hertişt bi awayekî zelal hatibû nivîsîn. Menaf Osman tiştên di nav şoreşgeran de tê jiyîn derxistibû pêş negotibû ez ê bixemilînim û tiştên di vê jiyanê de pêkan e ez ê veşêrim. Gava Evdil di sînor de dixwest Mîrza xilas bike diket nav dudiliyê ez xwe xilas bikim yan hevalê xwe xilas bikim. Nivîskar tiştan mukemelîze nekiribû çîrokeke hasas lê ewqas jî serkeftî honabû.Navê pirtûkê û naveroka pirtûke hevdu digirt çîroka pitûkê û peyamên dabû hevdu digirt bi kurtasî Menaf Osman tiştên ku xwestibû bigîhîjîne xwînerên xwe gihiştandibû.
'ÊŞA ME DERÛNIYA ME'
Endamê komê Mirad mafê axaftinê girt û got:Kesek bîst û heşt salan li girtîgehê be û tiştên wisa zindî girtibe hest avakirin tiştekî wisa hêsan nîn e. Hevalên li zindanê di çapkirina pirtûkan de jî alozî dijîn. Di vê pirtûkê de kêmasiyên di hêla teknîkê de mirov bînê ziman hene lê ji bo ku nivîskar li girtîgehê ye û derfeta wî ya xwendina piştî redektê tune ye van kemasiyan ez ê nebêjim.Hevalan qala naverokê kirin ez ê nekevim nav naverokê ez dixwazim di hêla temamkirinê de lê zêde bikim. Hêla erenî çîroka me bû çîroka hemû kurdan bû êşa me bû derûniya me bû vana tev rast in lê tiştên tuneyî ku wî lê zêde kiribû çi têde hebû? Mesela di her romanekê de tiştên lê hatibin zêdekirin divê hebin min pirtûkê bi kêfxweşî xwend lê tiştekî lê nehatibû zêdekirin xeynî bîranînê tiştekî bibêje ez zêde dikim sewirandineke bingehîn min nedît. Pirtûkên Menaf Osmanê ku min beriya vêya xwendibû sewirandin zêdetir bû lê min di vê pirtûkê de nedît. Ji min re bêhna bi peyam dayinan pêşiya bûyerê girtin hebû.Di hemû beşan de wekî divê peyam bide xwe wisa dabû hîskirin.,di pirtûkeke de ewqas peyam hewce ne yan ne hewce ne ez bi fikarim nivîskar mecbûr e peyama hertiştî bide? Ji bo kaliteya berhemeke divê ewqas peyam ne pêş bin ew peyamên vekiri jî dîsa bi dubare derketibû pêş ev tişt pirtûkê lawaztir dike.Bûyerê ser nuxumandî bihêşta mirov jê encameke derxista. Em werin ser honakê çiqas mijar bîranîn be jî honandina çîrokê ne hêsan e. Li gorî mijara bîranînê honak baş hatibû kirin. Beşa serkeftiya di nav romanê de li gorî min bikaranîna demê bû dîroka rasterast nebêje jî bi hinek peyaman mirov xwe bi xwe ji nava demê derdikeve. Mekan rasterast bû lê ne xurt bû. Mekana gelemper hebû mekanekî tiştên taybet derxe holê tunebû. Honaka karakteran jî baş bû dema hemû hêlên pirtûkê didim berhev tiştekî serkeftî derdikeve. Di romanê de tiştê zêde bala min kişand nivîskar li vir bûya min dixwest wekî pirsek jê bikim ev dubendiya nav zaravayan xwestibû bal bikşîne hevalên kurmancîaxêv li hemberî kirmackîaxêv yan jî soranîaxêv ne razîbûna xwe dianiyan ziman digotin bi zaravayê min biaxivin gelo ev rexneyekî bû? Di wir de derûniya wan karakteran negotibû ji xwîner re hêştibû. Gelo ev derûniya serdestiyê bû yan tiştekî din bû ez ji navê derneketim. Siheta Menaf Osman sax be di nav çar diwaran de jî berhemên wisa derdixe. Piştî Mirad sê mêvanên tevlî şêwirê bûbûn pirtûk nexwendibûn lê kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi xatirxwestinê şêwir bi dawî bû.
MENAF OSMAN KÎ YE
Di sala 1965'an de li Hesekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li wir xwendiye. Piştre li Zanîngeha Şamê beşa jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1993'yan de hatiye girtin û cezayê mûebedê stendiye.
Deşîfrasyon: Seyhan Şaşmaz