Diyarname
21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ye. Ji ber ku dawiya hefteyê li hemû Tirkiyeyê qedexeya derketina derve heye, îro (19.02.2021) li gelek ciwan ji bo Roja Zimanê Zikmakî xebat hatin kirin. Me ew neqandin:
AMED
Li Amedê PENA'a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, MED-DER û Komeleya Ziman û Çanda Kurd a Birca Belek bi hev re ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Kurdî daxuyanî dan çapemeniyê.
Însîyatîfa HezKurdê jî li Cemiyeta Rojnamegeran a li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Paşê endamên wan li kolana qertên bi kurdî amade kiribûn belav kirin
Li aliyê din Tevgera Jinên Azad (TJA) jî daxuyaniyeke weşand û got ku di sedsala 21'emîn de hê jî mirov nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin ku ev yek şermek mezin e.
Platforma Ked û Demokrasiyê jî li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi mîlyonan zarok ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mehrûm in û wisa hat gotin: "Em wekî Platforma Ked û Demokrasiyê roja 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya hemû dinyaye û ya gelên li Tirkiyeyê pîroz dikin û dixwazin hemû astengiyên li pêşiya ziman û çandê bêne rakirin."
WAN
Ji bo Roja Ziman li Egîtîm Sena Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyêhelbest hatin xwendin.
CIZÎR
Li Cizîrê jî Komeleya Birca Belek ji bo Roja Ziman daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bang li gel kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û di eniyeke de hevpar de ji bo ziman, çand, huner û nasnameya xwe li ber xwe bidin.
STENBOL
Li Stenbolê jî li Komeleya Lêkolînên Kurdî daxuyanîhat dayîn. Serokê Komeleyê Eyup Subaşi axivî û bang li kurdan kir ku li her derê jiyanê kurdî bikar bînin û pêş bixin.
QAMIŞLO
Li Qamişlo bi organîzeya HRRK'ê (Hevgertina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) panelek lidar xist. Nivîskar Konê Reş, rexnegir Xalis Misewer, nivîskar Osman Ehmed, şarezayê zimanê kurdî Berzo Mehmûd, mamosteyê zimanê kurdî Deham Ebdulfetah û Endamê HRRK'ê Ehmed Huseynî beşdarî panelê bûn.
Mijara yekemîn a panelê ya der barê tîpên zimanê kurdî de ji aliyê Berzo Mehmûd ve hate şîrovekirin. Mehmûd got: "Tîpên zimanê kurdî di dewlemendiya zimanê kurdî de roleke pir girîng lîst, di heman demê de bandor li saykolojiya mirovan jî kir."
Nivîskar Konê Reş îşaret bi bikaranîna tîpên latînî di nivîsandina bi zimanê kurdî de kir ku ji bo ku derbirîna vî zimanê baştirîn tîp in.
Di mijara duyemîn jî de behsa awayê pêşxistina zimanê kurdî hate kirin û Berzo Mehmûd îşaret bi girîngiya yekkirina têgehên zimanê kurdî kir. Xalis Misewer jî bal kişand ser avakirina kombûneke zimanî ya zimanê kurdî kir ku di nava rêzimanên zimanê kurdî de neyê wenda kirin.
Têkildarî mijarê Konê Reş got: "Em gelê kurd hîn jî negihaştine mafên xwe û di qonaxa têkoşîn û berxwedanê de ne, lê tevî vê yekê li Rojavayê Kurdistanê heta astekê zimanê kurdî baş pêşketiye û ji bo zindîkirin û pêşketina wê divê hîn jî kar û xebat were kirin."
Di mijara sêyemîn de ji awayê parastina zimanê kurdî hate şîrovekirin û nivîskar Deham Ebdulfetah axivî: "Hemû gel bi rêya zimanê xwe nasnameya xwe nas dike, ji lew ra gelê kurd bi giştî û partiyên siyasî bi taybet di axaftin, civînên xwe û dan û standina xwe bi zimanê kurdî axivîne û bi vê yekê hewldana parastina ziman kirine."
ONLINE
Li ser Online jî hin çalakî hatin li dar xistin. Hinên ku haya me jê çêbûn ev in:
Tora Ziman û Çanda Kurdî bi navê "Bi ziwanê dayîke medya perwerde û weşangerî" bernameyeke bi kirmancî/zazakî li dar xist. Bernameya ku Murad Aygun bi rê ve bir êvara 19'ê mehê li dar ket. Netîce Altun Demîr, Kamer Erdogan û Haydar Diljen têde li ser meseleyê axivîn.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 5 saziyan ji bo Roja Ziman daxuyanî da
- Sedî 33,4: Divê mafê Perwerdehiya Ziman bê dayin û bê parastin
- Hedefa Komîsyona 21’ê Reşemiyê mîlyonek îmze ye
-