Diyarname
48'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn îsal surprîzek çêkir: Ji bo jinan bilêt bi 1 TL'yê ye û her jinek ku bilêtek bistîne jî dê gulek bidin wê.
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn ku li Antalyayê li dar dikeve festîvala herî temendirêj a Tirkiyeyê ye. Festîval îsal bal dikişîne ser du mijarên bingehîn ku yek jê 'jin' e û navê "Û jinan dest da dinyayê".
Di vê çarçoveyê de li ser jinan gelek çalakî têne kirin. Panelên bi navê "Ji 80'yan heta roja me di sînemayê de nûneriya jinê", "Polîtîkayên laşê yên di sînemayê de", "Di sînemayê de keda jinê", "Belgesel sînema û jin" wê li dar bikevin.
Yek ji xebatên girîng ê festîvalê ya di vê çarçoveyê de jî "Zîrveya Jinan" e ku dê 13'yê kewçêrê li dar bikeve. Di vê çalakiyê de jinên endamên saziyên sivîl, zanyar, siyasetmedar, hunermend û endamên çapemeniyê dê bêne ba hev û di "1'emîn Zîrveya Jinan" de li ser pirsa "Çima şîdeta li ser jinan zêde bide?" bisekinin.
Di salona 817 kesî ku salona herî mezin a sînemayê ya Tirkiyeyê de dîsa dê gala pêk bên û di vî warî de li benda rekoran in. Her wiha festîval dike ku di warê temaşevanên jin de jî rekorek bişkîne.
Di vê festîvalê de bilêtên fîlman ji bo jinan wekî 1 TL hatine diyarkirin û her jinek bilêtek bistîne jî dê gulek diyarî wê bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


