Diyarname
Kovara akademîk û xebatên kurdî ya navneteweyî NA (Nûbihar Akademî) bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.
NA ev 7 sal ni derdikeve û hejmara xwe ya 13'yan pêşkêş kir. Kovara bi kurdî ku di her hejmarê de kes an kesên din edîtorî dike/dikin ev hejmar di bin edîrotiya Îbrahîm Bor û Mehmet Yonat de derketiye.
NIRXANDINA 3 ROMANAN
Di vê hejmarê de şeş gotar, dokumentek û wergerek cih digirin. Mijara bingehîn a vê hejmarê ziman û edebiyata kurdî ye. Mehmet Emin Purçak bi sernavê "Di Romanên 'Ronî mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê', 'Ez ê Yekî Bikujim' û 'Lehî'yê de Tezahurên Biyanîbûnê” de girtiye dest û ji alîyên mekan, politika û psikolojîyê ve li ser temaya biyanîbûnê disekine.
4 VERSIYONÊN ZEMBÎLFIROŞ
Leyla Kaplan bi sernavê “Li Gorî Çar Epîzotan Berawirdkirina Çar Varyantên Destana Zembîlfiroş” nivîsa xwe nivîsandiye. Wê varyantên destana Zembîlfiroşê ên ku Xalid Sadinî, Ordîxanê Celîl & Celîlê Celîl, A. Gernas û Heciyê Cindî &Emînê Evdal dabûn hev girtine dest û li gorî çar epîzotan (mekan, statuya civakî ya lehengan, hevdîtina ewil a lehengan, gihiştina lehengan û mirina wan) dide ber hev.
MÎREKTIYA HEKARÎ Û WÊJEYA WÊ DEMÊ
M. Zana KARAK & Seher BİŞAROĞLU meseleya “Di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemme’ê” girtiye dest. Nevzat Eminoglu jî bi sernavê “Nêrînek Gelemperî li Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiya Hekariyê” nivîsa xwe amade kiriye û di Mîrektiya Hekariyê de bal kişandiye ser rewşa edebiyata kurdî. Ew di vê serdemê de balê dikişîne ser Pertew Beg û Melayê Bateyî
LÊKOLÎNEK LI SER FERHENGÊN KIRMANCKÎ
Veysel Yildizhan bi zavarayê kirmanckî (zazakî) gotara xwe lêkiriye. Yildizhan bi navê “Leksîkografî, Metaleksîkografî û Bîbliyografîyaya Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)” nivîsa xwe pêşkêş kiriye û li ser bingeha agahiyên derbarê ferhengsazî û ferhengnasiyê xebateke bibliyografîk ya kirmanckî amade kirîye. Gotar radigihîne ku ferhengên kirmanckî ên ku heta sala 2020'î derketine 30 heb in
Ayhan Yildiz jî bi gotara xwe bal dikişîne ser mijareke girîng û rojevî: “Tevgera Wergera Kurmancî li Sûrî û Tirkîyeyê”.
WERGEREK JI BO KIRMANCKÎ
Wergera vê hejmara Nûbihar Akademîyê ferhengokeke bi kirmanckî ye ku ji aliyê oryantalist, etnolog û fîlologê îngilîz Robert Gordon Latham (1812 - 1888) ve hatîye nivîsîn û ji berhema wî ya bi navê Essays Chiefly Philological and Ethnographical-1860 (rûpelên 242-244an) hatiye wergirtin. Xebat ji alîyê Nureddin Beltekîn ve digel têbînîyên pêdivî ji îngilîzî bo kirmanckî hatîye wergerandin.
NAMEYA MÎRZE AXA
Dokumenta vê hefteyê nameyek e, nameya axayekî kurd ê bi navê mîrze Axa. Mîrze Axa ev name di 22'yê gulana 1830'yî de ji bo serbazê rus Îvan Feodrovîş Paskevîç hatiye şandin. Name balê dikişîne ser tifaqa kurdên êzîdû rusan a li hemberî Osmanîyan.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel & Faks: 0212 519 00 09
www.nubiharakademi.com
E-mail: nubiharakademi@gmail.com