Çewlig
Li gundê Taşlica ya Kanîreşa Çewligê serekcerdevan Haci Alan di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin. Piştî bûyerê cerdevanan êrîşê mala Serokê BDP'a Kanîreşê Şemsettin Ozen kir û mala wî şewitand. Li gor agahiyên ku hatin cerdevanan agir berda mal û dikanên BDP'yiyan.
Şaredarê Kanîreşê Ferit Çelik got ku piştî bûyerê cerdevan hatine nav bajêr û camên dikanên esnafên nêzî BDP'ê ne şikandine. Şaredar Çelik got ku paşê cerdevanan berê xwe dane şaredariyê, xwestine bikevin hundir, dema xebatkarên şaredariyê destûr nedane, cerdevanan camên şaredariyên jî şikandine.
Çelik got ku cerdevanan ew bi xwe jî tehdît kiriye, hêzên ewlehiyê jî jêre gotine ku çend rojan neyê navçeyê. Çelik wisa got: "Dewlet gere li ser vê bûyerê bisekine. Bûyer ji aliyê kî ve hatiye kirin nediyar e. Dibe ku ev provakasyonek be jî. Nexwe ne mimkûn e nava rojê tişteke wisa biqewime. Ez dibêjim tekane armanc ew e ku li Kanîreşê BDP'ê têk bibin. Niha gelê vê derê di nav tirsî de ne. Herî dawî ez li mebûsan geriyam, wan bûyer ragihandiye Wezareta Karên Hundir. Lê heta niha du hewldaneke nîn e. Herî dawî cerdevanan mala Serokê Rêxistina Navçeya me daye ber agir û jin û zarokên wî jî têde ne."