Diyarname
Di Festîvala Cazê de Aynur Dogan ku bi kurdî stran got hat protestokirin; du festîvala cazê de yekem car tiştek wisa dibe.
Îro di çarçoveya Festîvala Cazê ya Navneteweyî ya Stenbolê de li Şanogeha Harbiyeyê Buika, Rita, Glykeria û Aynur Dogan di çarçoveya projeya "Mujeres de Agua" (Jinên Avê) de derketin ser dikê. Salon tije bû û her tişt xweş dest pê kir, lê xweş dom nekir. Komê dest bi konserê kir, dema Aynur Dogan stranek got û dest bi ya duyem kir beşeke ji temaşevanên gotinên wekî "Bi tirkî stranan bixwîne, hê xwîna şehîdan ziwa nebûye" qîriyan û ew protesto kirin. Dema Dogan xwest stranê bidomîne protesto zêde bû, hinan mînder, hinan şûşeyên avê bi ser wê de avêtin. Komek jî gotin "Em te protesto dikin" û salon terk kirin. Komek ji temaşevanan jî ji bo piştgiriya Aynur Dogan dest bi diruşman kirin. Li ser domkirina xirecirê Aynur Dogan ji ser dikê daket.
18'emîn Festîvala Cazê ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê lidarxistin di 1'ê vê mehê de dest pê kir û dê 19'ê mehê bi dawî bibe. Di Festîvalên ku ÎKSV li dar dixe de yekemîn car li hemberî hunermendeke kurd çalakiya protestoyî li dar dikeve.
Duh li Farqîna Amedê pevçûneke derket û di pevçûnê de 13 leşker hatibûn kuştin. Ev bûyer ku îro di rojeva Tirkiyeyê de bû mohra xwe li konserê jî da.
***
Nûçeya eleqedar:
- Festîvala Cazê bi bernameyek rengîn tê
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.