Diyarname
Erdal Oz nivîskar û weşanger bû, xwediyê Weşanên Canê bû. Oz di sala 2006'an de wefat kir. Piştî wefata wî Weşanên Canê li ser navê wî "Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz" dide. Îsal sal vê xelatê didin akademisyen, nivîskar Jale Parla.
Ji bo diyarkirina xelatê îsal di bin serokatiya Oguz Demiralp de ji Sibel Irzik, Cemil Kavukçu, Omer Turkeş, Metin Celal, Nilufer Kuyaş û Faruk Duman juriyê nirxandine kiriye û gihîştiye encam. Juriya vê xelatê her sal kesek jê tê veqetandin û kesek nû dikeve cihê wî/ê. Juriyê ji bo 13'yemîn Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz nivîskar û akademisyen Jale Parla guncav dît.
Lijneyê ji bo Parla wisa gotiye: "Wê akademî û wêje aniye ba hev ku di vir de serketî ye. Li ser wêjeya tirk wê venirxandin û rexneyên xweser kirine ku ji aliyê lêkolînên çandî û ji aliyê danberheva wêjeyî ve bi dewlemendî qadên nû vekirine. Ji ber van yekan ew hêjayî xelatê hatiye dîtin."
Ji sala 2008'an ve ev xelat tê dayîn. Ligel peykerek ku Handan Boruteçene dîzayna wê dike, 15 hezar TL jî pere wekî xelat tê dayîn.
Hat gotin ku ji ber Covid-19 îsal dê merasima xelatdayînê çênebe, bi taybetî dê xelatê bigihînin ber destê Parla.
Heta îro van kesan ev xelat girtiye: Gulten Akin, Nurdan Gurbilek, İhsan Oktay Anar, Şavkar Altinel, Murathan Mungan, Cemil Kavukçu, Kuçuk İskender, Orhan Pamuk, Orhan Koçak, Cevat Çapan, Adalet Agaoglu, Latife Tekin
Erdal Oz kî ye?
Weşanger û nivîskar Oz di sala 1935'an de li Yildizeliya Sêwasê hatiye dinê. Li Enqereyê Zanîngeha Hiqûqê xwendiye. Piştî 12'yê Adara 1971'ê sê caran hat girtin û li wir Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan nas dike, çîroka wan dinivîse. Oz di gelek kovaran de nivîsî û di sala 1981'ê de Weşanên Can vekir. Heta mir 25 salan gelek pirtûk weşandin. Wî bi xwe jî roman, çîrok, gername, pirtûkên zarokan bi ser 20'î de pirtûk nivîsandin. Oz roja 6'ê gulana 2006'an li Stenbolê wefat kir.
Jale Parla kî ye?
Teorîsyena wêjeyê û rexnegir Jale Parla di sala 1945'an de li Stenbolê hatiye dinê. Ji Kojela Robert mezûn bûye, di sala 1978'an de li Zanîngeha Harvardê li ser wêjeya danberhev doktoraya xwe temam kiriye. Di navbera salên 1976-2000'î de li Zanîngeha Bogazîçî di beşa Zimanên Rojava û Wêjeyê de hîndekarî kiriye. Hê jÎ li Zanîngeha Bîlgî di beşa Wêjeya Danberhev de hîndekariyê dike. Heta niha ev pirtûkên wê derketine:
- Efendilik, Şarkiyatçilik ve Kolelik / İletişim / 1985
- Babalar ve Ogullar/Tanzimat Romanının Epistemolojik Temelleri / İletişim / 1990
- Don Kişot´tan Bugune Roman / İletişim / 2000
- Turk Romaninda Yazar ve Başkalaşim /İletişim / 2011