Amed
Mebûsê serbixwe yê Amedê Hatip Dicle ku YSK'ê mebûsiya wî betal kir ji girtîgehê tevî wêneyê ku bi siyasetmedarên din re kişandiye bi parêzerên xwe re şand û got: "Biryara ku YSK'ê daye tê wateya diziya mafê gel. Bi vê biryara ku bi lezgînî hatiye dayîn mafê min jî hatiye dizîn. Piştî niha peywir êdî ê meclisê ye."
Parêzerên Hatip Dicle îro çû serdana wî û piştî vegerê rojnamegeran ji parêzeran pirs kirin û parêzer Fuat Coşacak axivî. Coşacak wisa got: "Baweriya Dicle ew e ku di encamê de dê hiqûq bi ser bikeve.
Di wêneyê ku Dicle şandiye de ew, Serokê BDP'a Amedê yê berê û Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat ANli, Şaredarê berê yê Batmanê Huseyin Kalkan, Cîgirê Giştî yê Serokê ÎHD'ê û Serokê ÎHD'a Amedê Yê berê Muharrem Erbay jî heye.
Wêne ji DÎHA'yê hatiye girtin