AMED
Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), piştî YSK'ê biryara betalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle da bi awayekî lezgînî civiya. KCD'ê biryara BDP'ê ya "parlementerek jî kêm be em ê neçin Meclisê" ku berî niha dabû, bi bîr xist û bang li BDP'ê kir: Bi awayekî lezgînî vê biryara xwe ji bo raya giştî eşkera bikin.
KCD'ê bang li Meclisê jî kir ku bi awayekî lezgînî dest bavêje mijarê û rêyên demokratîk veke.
Piştî biryara YSK'ê ya 'Hatîp Dîcle nikare parlementerî bike', Meclisa Daîmî ya KCD'ê, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê bi awayekî lezgînî civiya. Meclisa Daîmî ya KCD'ê, encamnameya civîna xwe eşkere kir.
Piştî civînê, encamname ji aliyê Berdevkê Demê yê KCD'ê Cemal Coşkun ve hate xwendin. Çoşkun, diyar kir ku biryara ji aliyê YSK'ê ve hatiye dayîn, di şexsê Dîcle de, li hemberî gelê kurd e ku ji bo çareseriya demokratîk têdikoşe, hatiye girtin. Coşkun got ku tu bingeh û ravekirineke hiqûqî ya vê biryarê tune ye. Coşkun destnîşan kir ku bi vê biryarê, vîna gel tune hatiye hesibandin û da zanîn ku ew vê biryarê, qebûl nakin.
Coşkun wisa got: "Îro, hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re, hate astengkirin. Bi taybetî jî piştî hilbijartinên giştî, di hêla çareseriya pirsgirêkê de, Ocalan diyarker û muxatab e. Lewma jî astengkirina hevdîtina bi parêzeran re, rewşê eşkere dike."
Cemal Coşkun, li ser mijara parlementerên blokê rawestiya û wiha got: "Têkildarî vê biryarê, nirxandineke wiha hate kirin: Gelê kurd xwest ku siyasetmedarên kurd bişîne parlamentoyê û di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkê de, israr kir. Lê bi awayekî rasterast û bi tevahî faşîzan, mudaxaleyî vê pêvajoyê kirin."
Biryarên piştî civînê hatine girtin ev in
1- Di serî de Hikûmeta AKP'ê û Partiya Muxalefetê, ji bo biryar bê betalkirin û ev provakasyon ji holê bê rakirin, bang dike ku meclis dest bavêje vê yekê û rêyên demokratîk bên vekirin.
2- Ji bo ev biryar bê betalkirin û di kesayetiya birêz Dîcle de astengiyên li ber temsîliyeta demokratîk a gelê me bên rakirin, em bang li gelê xwe dikin ku di nava rihê severberiyê de çalakiyên xwe yên demokratîk û sivîl bidomînin.
3- Kongreya me ku sîvaneya siyaseta sivîl a Kurdistane ya herî bilind e bang li hemû hevparên xwe, sazî û rûspiyên civakê dike ku li hemberî vê yekê helwesta xwe bi avayekî zelal deynin holê.
4- Bi heman şiklî, em bang dikin ku hemû derdor xwedî li projeya Xweseriya Demokratîk a ji aliyê gel ve jî di hilbijartinan de hatiye erêkirin, derkevin û wê pêşve bibin.
5- Di çarçoveya biryara "Tenê yek jî kêm be em naçin meclisê" a Koma Meclisê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê ya ku wekî partiyek siyasî ya hevpara me ya herî mezin e, em bang li hemû gelê xwe yê Tirkieyê û raya giştîya Cîhanê dikin ku bi awayekî eşkere vîna xwe eşkere bike.
6- Di serî de em bang li hemû pevparên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê û hemû rewşenbîr, demokrat û zanyarên Tirkiyeyê dikin ku li dijî vê biryara dijdemokratîk li cem têkoşîna demokratîk û azadiyê cih bigire dikin.
7- Em bang li Yekîtiya Ewropa, Konseyea Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin heta dawî israr bikin. Her wiha dixwazin ku li dijî hikumeta Tirkiyeyê ya înkar û îmhaya gelê kurd de israr dike helwesta xwe eşkere bikin û vê biryarê şermezar bikin. Ji bo biryar bi paş ve bê kişandin em bang li her kesî dikin ku helwesta xwe bînin ziman.
Mebûsê Blokê li Amedê dicivin
Di vê navberê de BDP'ê bi daxuyaniyeke eşkere kir ku sibê (23 pûşper) li Amedê dê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê û hemû mebûsên blokê bicivin û mijarê nîqaş bikin.
BDP sibê dê vê banga KCD'ê jî binirxîne û biryareke bide.
DÎHA
***
Nûçeyên eleqedar:
- KCD nîqaş dike: Blok dê here meclisê?
- Parêzerên Hatip Dicle çûn YSK'ê
- Parêzerê Dîcle: Biryar bi temamî siyasî û kêfî ye
- Deqeya dawî: YSK'ê mebûsiya Hatip Dîcle betal kir
- Hatip Dicle ji YSK'ê dem xwest
- Hatip Dicle anîn Lijneya Hilbijartina Amedê
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs


