SÊRT
Hate gotin ku welatiyên ji bo dengên xwe bikar bînin çûn Dibistana Seretayî ya Mîllî Egemenlîk a Sêrtê dîtin ku navê namzeta Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Sêrtê Gultana Kişanak ji lîsteya pûsûlayê hatiye jêkirin.
Hilbijêrên ku navê Kişanak di pûsûlayê de nedîtin li Serokê Sindoqê îtîraz kirin. Piştî niqaşên dirêj welatiyan pûsûlayên nû girtin.