Amed
Nivîskar Edîp Polat ku ev 23 sal in nivîskariya xwe didomîne bi romana "Dûvpişk bi xwe venade" derket pêşberî xwendevanan. Hem ji bo pirtûka nû hem jî jibo 23'iya nivîskariya Polat li Amedê, li Weşanxaneya Aramê çalakiyeke li dar ket. Polat hem qala nivîskarî û romana xwe kir, hem jî pirtûkên xwe îmze kir.
Di çalakiya ku Weşanxaneya Aramê amade kir de Nûnerê PEN'a Tirkiyeyê yê Amedê Şeyhmus Dîken, Serokê KURDÎDER'ê Burhan Zorooglu, Hîndekarê Beşa Biyolojî yê Zanîngeha Dîcleyê Ridvan Şeşen û gelek kes amade bûn.
Polat got ku wî li ser zordariya li ser kurdan, zilim û kiryar nediyar pirtûk nivîsandiye.