Diyarname
Nivîskar Edîb Polat li Amedê dijî û ev 23 sal in li ser cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse.
Heta niha ji "Bi zimanê zanistê kurd" bigire heta "Rustemê Zal", "Dûpişk bi xwe venade" wî gelek pirtûk nivîsandine, di gelek rojname û weşanên cur bi cur de nivîs nivîsandine. Heta niha wî 23 salên bi vî rengî li dû xwe hişt. Kurtedemek berê jî ji Weşanên Evrenselê romana wî ya nû bi navê "Dûvpişt bi xwe venade" derket. Niha hem ji bo derketina romanê, hem jî ji bo 23 saliya nivîskariya wî bi beşdariya Edîb Polat çalakiyeke sohbet û îmzeyan tê li dar xistin. Çalakî ji aliyê Pirtûkxaneya Aramê ve tê li dar xistin. Di çalakiyê de nivîskar Polat dê hem qala çîroka nivîskariya xwe, hem qala romana xwe ya nû bike û di dawiyê de jî dê pirtûkên xwe îmze biken.
Çalakî dê roja 02.04.2011'an de li Pirtûkxaneya Aramê ya li Ofîsê (Li bin mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin) li dar bikeve.
**
Nivîsa eleqedar: