Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises piştî ji Îbo Show derket li Şîşliya Stenbolê kesên nasname nediyar bi çekan êrîşê wî kir. Tatlises bi giranî birîndar bû.
Di êrîşa çekdarî ya bi tifingan de Tatlises û Buket Çakici ku gotin alîkara wî ye birîndar bûn.
Tatlıses û Çakici pêşî rakirin Nexweşxaneya Taybet a Leventê, ji vê derê jî rakirin Nexweşxaneya Acibadem a Maslakê.
Birîna her duyan jî giran e. Piştî emeliyeta yekemîn Tatlises du carên din jî emeliyet kirin û hê jî di beşa nexweşên giran de ye.
Serhekîmê nexweşxaneyê Çaglar Çuhadaroglu û dixtorên ku ew emeliyet kirin li ber nexweşxaneyê agahî dan polîsan.
Hat gotin ku guhe ji alî pişta serê Tatlises lê ketiye û ji aliyê pêş de derketiye der, di hestiyê serê wî de şikestin çêbûye; wan pêşî xwîn daye rawestandin, paşê bi awayê giştî emeliyet kirine.
Çuhadaroglu got ku li ser rewşa dawî ya hunermend di saetên pêş de wê tomografiyê bikişînin û diyar bibe ku rewş çawa ye.
Her wiha dixtoran got ku dê 24 saetan Tatlisesî bixin xewê û rewşa wî bi vî awayî binirxînin.
Serhekîm Çuhadaroglu got ku li aliyê pozê Tatlises de jî şopên gule heye.
Hate gotin ku Buket Çakici jî emeliyet kirine lê rewşa wê ji ya Tatlises baştir e.
Li ber Nurol Plaza ku li Kolana Buyukdere ye ku li wê derê li Tatlises dabûn gelek kovanên guleyên vala hatin dîtin.
Polîsan got yên ku êrîş kirine bi otomobîleke reş reviyane.
Piştî xeber hate bihîstin Ferhat Goçer, Ajda Pekkan, Mehmet Ali Erbil, Hulya Avşar, Perihan Savaş, Deniz Seki, Hakan Altug, Omur Gedik, Yavuz Bingöl û Yilmaz Morgol jî têde gelek kes çûn nexweşxaneyê. Her wiha ji Tatlises ya berê û diya Îdo, Derya Tuna li ber nexweşxaneyê ji girînê ji xwe çû.