Diyarname
Bi organîzeya Şaredarê Giravan Erdem Gul nîşandayîna fîlman didome. Hefteya borî li Girava Mezin (Buyuk Ada) êvaran fîlm hatibûn nîşandayîn û vê hefteyê jî ev çalakî didome. Ev çalakiya nîşandayîna fîlman heta dawiya havîna 2020'an dê bidome. Vê hefteyê bi navê "Sari Mercedes", "Sprited Away", "Pain and Glory" û "Tosun Paşa" têne nîşandayîn.
Şaredariya Girava Mezin bi navê "AçikhavADA Sînema" çalakiya nîşandayîna fîlman didomîne û fîlm li Meydana Girava Mezin têne nîşandayîn.
Li gor bernameyê vê hefteyê jî 4 fîlm, her yek rojek êvarê saet 20.30 de dê bê nîşandayîn. Fîlmê Tunç Okan "Sari Mercedes" ku senaryoya wê ji pirtûka Adalet Agaoglu "Fîkrîmîn Înce Gulu" girtine ji bo bîranîna wê xistine nav bernameyê. Di şevê de nivîskar Şebnem Îşîguzel, yek ji avakarên 'Başka Sînema' Azîze Tan û helbestvan Ataol Behramoglu dê beşdarî çalakiyê bibin.
Fîlmê derhênerê japonî Hayao Miyazaki "Sprited Away" ku Xelata Oscarê û Xelata Hirça Zêrîn girtibû; fîlmê derhêner Pedro Almadovar ê bi navê "Pain and Glory" ku ji Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî, Muzîka Herî Serketî girtibû û li ser navê Spanyayê bûbû Berendamê Xelata Oscarê dê bêne nîşandayîn. Fîlmê din jî yek ji klasîkên Yeşîlçamê fîlmê derhêner Kartal Tîbet "Tosun Paşa" ye ku dê bê nîşandayîn.
Bernameyê vê hefteyê bi vî rengî ye:
- 23 Tîrmeh: Sari Mercedes / Derhêner Tunç Okan
- 24 Tîrmeh: Sprited Away / Derhêner Hayao Miyazaki
- 25 Tîrmeh: Pain and Glory / Derhêner Pedro Almodovar
- 26 Tîrmeh: Tosun Paşa / Derhêner Kartal Tîbet
Agahî: Girava Mezin (Buyuk Ada) yek ji giravên Behra Marmarayê ye û girêdayî Stenbolê ye. Giravên bi navê Kinaliada, Burgazada, Buyukada (Ya mezin ev e) di bin navê "Adalar Belediyesî" (Şaredariyên Giravan) de wekî şaridarî ne û girêdayî Stenbolê ne. Di hilbijartina 2019'an de rojnameger Erdem Gul li ser navê CHP'ê wekî şaredar hat hilbijartin.