Diyarname
Hunergeha Welat ji bo cejnê straneke nû bi şêweyeke cuda pêşkêş kir. Ji bo vê hefteyê em wê hildibijêrin.
Hunergeha Welat di 1'ê tîrmeha 2014'an de li Rojeva hat avakirin. Ji wê rojê de li ser muzîkê kar dikin û her strana ku wan amade û pêşkêş kiriye heta niha gelek deng vedaye. Niha ew bi stran din û bi klîb awê li pêşberî muzîkhezên kurdî ne. Strana bi navê "Nazê Nêrgiza Hewşê" gotinên wê aîdê Şêro Hindê ne û muzîka wê Mehmûd Berazî çêkiriye. Hunermend Şervan Badîn stran bi şêweya "cappella" xwendiye û hunermendên din ên Hunergeha Welat wekî vokal bi dengên xwe têde cih girtine. Derhêneriya klîbê jî Şêro Hindê kiriye. Klîb bi hevkariya Med Music TV hatiye çêkirin û êvara 22'yê mehê hat weşandin.
Em vê klîbê wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Fermo: