Diyarname
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) daneyên li ser pirtûkên sala 2019'an belav kirin û diyar kir ku par bazara pirtûkan mezintir bûye.
TYB'ê bi navê "Rapora Bazara Pirtûkan a Tirkiyeyê ya 2019'an" raporek amade kir. TYB'ê bi ser daneyên YAYFED'ê (Federasyona Yekîtiya Pîşeyên Weşangeran) re ku YAYFED bandrolê dide weşangeran rapora xwe amade kir. Li gor raporê sedî 3.16 li gor pêrar hilberîna pirtûkan zêde bûye lê di hin beşan de jî kêm bûye.
Vaye hin daneyên ji raporê:
- Hejmara pirtûkên ku MEB'ê (Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê) ji sektora taybet girtine û pirtûkên li çapxaneya xwe çap dike bi temamî 153.446.132 ne. Ligel pirtûkên MEB'ê par li Tirkiyeyê bi temamî 577.048.957 hep pirtûk çap bûne.
Serî kesî 6.9 pirtûk dikevin
- Li gor TUÎK'ê serjimariya Tirkiyeyê 83.154.997 e û li gor vê par serê kesî 6.9 pirtûk diket.
- Weşangeriya perwerdehiyê di sala 2019'an de jî hem bi zêde hilberînê hem bi cîroya xwe bingeha sektorê saz kir. Çavkaniyên alîkar û pirtûkên ji bo ezmûnan jî di nav de par 228.559.913 heb pirtûk çap bûne ku li gor pêrar sedî 6.12 zêde bûye ev beş. Ev rêjeya pirtûka di nav hemû pirtûkên li Tirkiyeyê hatine çapkirin de bi sedî 53.96 di nav sektorê de cih digire. Bi gotinek din piraniya hemû pirtûkên têne çapkin ji bo perwerdehiyê ne.
- Di warê weşangeriya çandî (lêkolîn, wêje, weşangeriya ji bo zarokan) de par 147.961.782 heb pirtûk çap bûne. Ew sedî %34.93’yê bajarê digirin. Li gor 2018'an par sedî %5.33di vê beşê de zêdebûn çêbûye.
Pirtûkên olî kêmbûne
- Her cure pirtûkên olî têde, bi giştî 36.899.907 heb di vî warî de hatine çapkirin ku li gor 2018'an ev hejmar sedî %16,95 hindiktir e. Di nav pirtûkên par de li gor pêrar herî zêde di vê beşê, yanê di pirtûkên olî de xwe nîşan daye.
- Li gor Ajansa ISBN'ya Wezaneda Çand û Tûrîzmê di sala 2018'an de 67.135 heb pirtûk di bin beşa navên nû de hatine çapkirin, di sala 2019'an de ev beşên nû sedî 2.11 zêde bûne û hejmar derketiye 68.554. Ji van 61.512 heb wekî pirtûk hatine çapkirin, 6.487 wekî e-pirtûk hatine qeydkirin û nêzî hezarî jî wekî pirtûkên bi deng hatine qeydkirin.
5543 heb weşanxane hene
- Li gor Ajansa ISBN ji sala 2017'an ve heta niha li Tirkiyeyê hejmara weşangerên ku ISBN'yê digirin 10.389 e. Ji vê reqemê texmîn ew e ku hejmara nivîskar-weşangerên ku pirtûkên xwe çap dikin 4.846 e, hejmara weşanxaneyan jî 5.543 ye.
- Ji ber bilindbûna dovîzê hat dîtin ku buhaya pirtûkan li gor pêrar zêdetir bûye.
Par pirtûkên bi kurdî:
- 2019: Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine
**
Nûçeyên Kategoriya 2019'an :
- 2019: Instagramê di karkirinê de Youtube derbas kir
- 2019: Ji ser online re pirtûkên kurdî yên herî zêde hatine firotin
- 2019: Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine
- 2019: Di warê sporê de hin agahiyên derketine pêş
- 2019: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin
- 2019: Emsar kamco û çende hebî kovarê kurdî veciyay?
- 2019: Wîkîpedîa li Tirkiyeyê hê jî qedexe ye
- 2019: Pirtûkên kurdî yên çapa diduyan kirine
- 2019: 10 belgefîlmên serketî yên 10 salên dawî
- 2019: Welatên ku ji aliyê jinan ve têne birêvebirin
- 2019: Weyangeriya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?
- 2019: FIFA'yê rêza tîmên neteweyî eşkere kir
- 2019: Muzîkarên herî zêde pere kar kirine
- 2019: Di Google de ma ro enî fîlman geyray