Diyarname
Ji fûtbola Îtalya, Almanya, Avusturya, Tirkiye, Çekya, Kamerun, Rusya çend agahî.... Ji ber vîrusa koronayê maçên fûtbolê rawestiyabûn, niha ji nû ve hêdî hêdî dest pê dikin.
ÎTALYA
Li Îtalyayê bi telekonferansê serokên klûban civîn li dar xistin û ji bo destpêkirina Serî A'yê dengdan sazkirin. Di encamê de biryar hat ginrtin ku 13'yê pûşperê/hezîranê maç dest pê bikin.
AVUSTURYA
Li Avusturyayê 15'ê mehê dest bi antremanan dikin û maçên Lîga 1'emîn dê 2'yê mehê pêşiya me dest pê bikin. Her wiha maça fînalê ya Kûpaya Avusturyayê dê 29'ê vê mehê di navbera Salzburg û Austria Lustenau de bê lîstin.
ÇEKYA
Li Çekyayê maçên lîga yekemîn 23'yê gulanê bi maça di navbera Teplice û Liberec dest pê dikin. Hedefa wan ew eku heta 15'ê tîrmehê/temûzê lîgê bi dawî bikin. Piştî lîf bi dawî bibe bi maçên play-offê dê şampiyonê ragihînin.
ALMANYA
Li Almanyayê piştî du mehan vê şemiyê maçên Bundesligayê dest pê dikin. Maça yekem derbiya Ruhr a di navbera Borussia Dortmund û Shalke 04 de ne.
Di Bundesligayê de Bayer Munih di rêza yekemîn de ye. BM roja yekşemê dê bibe mêvanê Union Berlin.
Li Almanyayê 9 hefte mane lîg bi dawî bibe. Biryar hatibû girtin ku maç bê temaşevanan bêne lîstin.
KAMERÛN
Li Kamerûnê federasyonê biryar girt ku lîgê nede dest pê kirin. Li gor vê yekê di encama 28 maçên hatibûn Lîstin de tîma PWD Bamenda bi 47 pûanan di rêza yekemîn de bû û ew wekî şampiyon hat ragihandin. Bamenda sala bê li ser navê Kamerûnê di Lîga Şampiyonan a Afrîkayê de bilîze.
Federasyonê Lîga yekemîn û 2'yemîn bi dawî kir û biryar da ku tu tîm îsal ji lîgê nekeve. Her wiha di Lîga 2'yemîn de tîmên Les Astres û YaFoot du rêza yekem û duyem de bûn sala bê dê Lîga 1'emîn de bilîzin.
TIRKIYE
Li Tirkiyeyê biryar hatiye girtin ku maçên Super Lîgê roja 12'yê pûşperê, maçên Lîga 1'emîn 19'ê pûşperê/hezîranê û maçên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn jî roja 18'ê tîrmehê bêne lîstin.
Di vê navberê de îro hat ragihandin ku ji tîmên Super Lîgê 8 lîstikvanên Beşîktaşê bi vîrusa koronayê ketine û dest bi dermankirina wan hatiye kirin. Lê nehat gotin ku ev kîjan lîstikvan in.
RUSYA
Federasyona Fûtbolê ya Rusyayê biryar da ku roja 21'ê pûşperê/hezîranê lîg ji nû ve dest pê bike. Lîga ku 17'ê adarê de hatibû rawestandin 21'ê pûşperê dê dest pê bikin û hedef ew e 22'Yê tîrmehê bi dawî bikin. Li Rusyayê dê maç bê temaşevan bêne lîstin.
Maçên Kûpayê ya Rusyayê jî dê roja 25'ê tîrmehê bêne lîstin.