Diyarname
Hunermendê navdar Seîd Gabarî ku ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin vê sibê wefat kir.
Hunermendê navdar Seîd Gabarî roja 24'ê adara 1956'an li gundê Bêzara ya Amûdê hatiye dinê.
Di zarokatiyê ve çavên wî kul bûn. Heta 12 salî çavê wî yê rastê didît, Lê ji ber derziya doktorekî di nava du saetan de êdî bi wî çavî jî dinya nedidît. Ji zarokatî ve têkiliyên wî ligel navdarên kurd ên wekî Tîrêj, Cegerxwîn, Hadî Behlewî re hebûn
Gabarî gelek stran bi xwe çêkirin û her wiha deng da gelek stranên gelêrî. Di sala 1975'an de strana "Leyla Qasim", 76'an de "Bilbilê Dilşad" çêkir û bi wan nav da.
Gabarî di sala 1977'an de li Qamişloyê tê girtin, demek girtî dimîne, di sala 1979'an de diçe Başûr û li Radyoya Bexdayê dixebite. Di heman demê de li Hewlêrê Akademiya Hunerên Ciwan dixwîne.
Di van salên ku têkoşîna kurdan li Başûr dom dikir de sala 1981'ê ew jî beşdarî pêşmergeyan dibe lê di sala 1983'yan de tê girtin û du salan girtî dimîne. Disala 1989'an de diçe Almanyayê û li wir bi cih dibe. Gabarî sala 2004'an vedigere Hewlêrê.
Hunermendê navdar Seîd Gabarî ji ber qansêrê ev nêzî 20 rojan bû li Hewlêrê li nexweşxaneyê dihat derman kirin lê îro bi hezaran stranên xwe li dû xwe ji bo kurdan mîrate hişt û xatir xwest.