Diyarname
Strana "Eger Dinya Hemî Gul Bit" straneke Eyaz Zaxoyî ye. Stran niha ji aliyê Berfîn Aktay ve carek din hatiye şirovekirin û Dîlan Yeşîlyaprak jî bi percusyonê ked daye stranê. Aktay stran wekî klîbek bi ser hesabê xwe yê Youtube re parve kir.
Di vê serdema koronayê de Aktay 25'ê vê mehê stran bi gotina "Di mal de be û li gel min stranan bêj. Ji bo ku em derdora xwe biparêzin, em ji derdoran xwe hinek dûr bimînin" stran parve kiriye. Em jî vê stranê wekî strana hefteyê di beşa Klîba Hefteyê de pêşkêşî we dikin.
Fermo: