Diyarname
Rêveberiya Iraqê ji bo 3 mehan qedexe danî ser Reutersê. Ajansa Reuters dê 3 mehan nikaribe li welat kar bike.
Ajansa Reutersê li ser vîrusa koronayê (Covid-19) nûçe amade kir û diyar kir ku hikumeta Iraqê li ser vîrusê di warê mirinan de agahiyên rast nade. Ajansê ragihand ku li Iraqê bi hezaran kes bi vîrusa koronayê ketine lê hikumetê ev yek ji raya giştî veşartine. Li ser vê yekê Saziya Ragihandin û Çapemeniyê ya Iraqê 3 meh qedexe danî ser ajansê. Hed wiha saziyê ragihand ku 25 hezar dolar ceza li saziyê birîne û her wiha ji wan xwestine ku lêborînê bixwazin.
Wezareta Tenduristî ya Iraqê jî dibêje ku nûçeya Reutersê derew e.