Diyarname
Li gor gotina keça Dengbêj Kazo Rêzan Şêrwan, bav û diya wê nexweş ketine û di encama testan de diyar bûye ku bi vîrusa koronayê ketine. Li gor gotina Şerwan ew niha li Stenbolê li nexweşxaneyek têne dermankirin.
Dengbêj Kazo 70 salî ye. Di salên 90'an de ligel Hozan Fatê û kurê xwe Emrah bi navê Koma Şîrwan komek muzîkê ava kiribû û wê demê gelek navdar bûbûn. Paşê Dengbêj Kazo bi navê xwe gelek klam û stran gotin û album derxistin.


