Batman
Zimanzan Zana Farqînî ku di bin banê Şaredariya Batmanê de kar dikir, kayûmê ku hat ser kar ew ji kar avêt.
Piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê hevşaredarên Batmanê ji peywirê girtin û di cih wan de kayûm şand ser kar li Batmanê gelek tişt ji aliyê neyînî ve guherî. Kayûmê hat ser kar pêşî malpera Şaredariya Batmanê ya bi kurdî û tirkî guhart, kurdiya wê betal kir. Niha jî kayûmê zimanzan Zana Farqînî û 2 kesên din ji kar avêtin. Kayûmê roja 3'yê avrêlê biryara ji karavêtinê gihandiye wan.
Ji Ajansa Mezopotamyayê Metîn Yoksu li ser meseleyê ligel Farqînî axiviye.
Farqînî dibêje 1'ê mehê ew ji kar avêtine, 3'yê mehê ev ragihandiye wan û dibêje: "Ez dixwazim balê bikişînim ser vê. Di dema ku ji ber vîrusê ez bi destûr ne li wir bûm de wan ez ji kar avêtime. Lê ev ne muhîm e, ya muhîm zimanê kurdî ye. Li ziman ziman û çand dê xebatên me çêbana. Bi taybetî li ser zarokan û li ser folklora kurdî me yê xebat bikira. Di pêşerojê de ji bo di bin banê şaredariyê de qursên kurdî vebin me yê mamosteyên kurdî bigihanda. Projeyên me yên berfireh hebûn. Li ser ferhenga kurdî xebat hebû. Bi taybetî li ser kurmancî. Yekem car ji bo em hemû ferhengên bi kurdî bikin dîjîtal me gav avêtibû. Du sê meh berê me dest pê kiribû."
Farqînî dibêje piştî wan em ji kar derxistin diyar e ev xebat dê nemeşin ji ber ku gelek kesên di beşa Midûriyeta Çandê de bi cihên din ve şandin, midûrê nû bê dê kadroyê xwe saz bike û yên heyî tasfiye bike.
Zimanzan Farqînî dibêje ku ligel gotine dê kes ji kar neyê avêtin jî wan ew ji kar avêtine û gotiye: "Em vê wekî bêtehamuliya li hemberî çand û zimanê kurdî dibînin. Naxwazin li ser ziman û çanda kurdî xebat bê kirin. Ji kirinan em vê dibînin. Naxwazin çand û zimanê kurdî geş bibe."