Diyarname
Hat ragihandin ku piştî banga hikumetan li temamê dinyayê li dor 1.7 mîlyar kesî mirov ji mala xwe dernakevin.
Vîrusa koronayê li gelek welatan daye. Hikumetên gelek welatan biryar da ku gel ji malên xwe dernekevin. Li hin welatan jî biryara qedexeyê hê nîn e lê dîsa jî banka limalmayînê hatiye kirin. Li ser avê yekê AFP'ê hesabek kir û derxist holê ku li dor 1.7 mîlyar kes ji malên xwe dernakevin.
Daneyên AFP'ê bi vî rengî ne:
- Li Hindistanê dor 700 mîlyan kesî guh daye qedexeya derketina derve.
- Fransa, Îtalya, Arjantîn, Eyaleta DYA Kalîforniya, Iraq, Yewnanistan û Rûanda di nav de li dor 34 welatan, yanê li dor 659 mîlyon kesî guh dane biryara derneketina derve.
- Biryara qedexeya derneketina derve roja sêşemê (24'ê adarê) dê li welatên wekî Erebistana Siûdî Fû Kolombiya, roja çarşemî (25'ê mehê) li Zelandaya Nû jî dest pê bike.
- Li Tirkiyeyê tenê ji bo mirovên bi ser temenê 65'î de qedexeya derneketina derve heye, ji bo mirovên din tenê bang heye ku li mala xwe bimînin.