Diyarname
Di van rojên vîrusa koronayê de yek bi yek fîlm li ser youtube bê şîfre têne belavkirin. Fîlmê Umît Unal "Sofra Sirlari" jî hat belavkirin. Em îro vê derdixin pêş.
"Sofra Sirlari" çîroka bermaliyeke ya bi navê Neslihan pêşkêş dike. Li holê kuştinek heye, komîserê ciwan dikeve dû vê bûyerê û Neslihana jîr dê çawa ji bin meseleyê rabe... Fîlm yekem car di 27'ê rezbera 2017'an de li Festîvala Fîlman a Edeneyê hat nîşandayîn. Dûre di sala 2018'an beşdarî Festîvala Fîlman a Stenbolê bû û Xelata Lîstikvana Herî Serketî (Demet Evgar), Senaryoya Herî Serketî (Umît Unal) û Vesazkirina Herî Serketî (Ayat Najafi) girt.
Fîlm hêjayî temaşekirinê ye. Her wiha Demet Evgar bi roleke gelek serketî li pêşbetî temaşevanan e.
Sazkarên fîlm Chantier Film di vê serdema koronayê de bê pere fîlm ji ser youtube re pêşkêş dike.
KUNYE:
Nav:SOFRA SIRLARI
Derhêner, Senaryo: Umît Unal
Lîstikvan: Demet Evgar, Alican Yucesoy, Elit Andaç Çam, Fırat Altunmeşe
Muzîk: Erdem Helvacioglu
Sazkar: Sinan Yabgu, Servan Guney
Fermo ew fîlm: