Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Îngilistanê ji ber vîrusa koronayê heta 4'ê avrêlê lîg betal kiribûn îro biryarek nû girtin: Li gor biryarê dê hemû lîgên wan heta 30'yê avrêlê bêne betalkirin.
Federasyona Fûtbolê got tenduristiya sporkaran ji bo wan muhîm e û biryara xwe ragihand.
Lîga wan a mezin Premier Lîg, FA Cup, EFL û Lîga Jinan hemû bi hev re heta 30'yê avrêlê hatin rawestandin.
Li Tirkiyeyê jî betal kirin
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê jî îro li hev civiya û biryara taloqkirina lîgê da. Li Tirkiyeyê ligel fûtbolê lîgên Basketbol, Voleybol û Hentbolê jî hatin betalkirin. Dem nehat diyarkirin û hat gotin ku ew hêvî dikin dê di demek kurt de mesele çareser bibe.