Diyarname
73'yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê îsal gere di navbera 12-23'yê gulanê de li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê wekî gelek çalakiyên çandîy ên din ew jî hat betalkirin.
Li ser vê yekê amadekarên festîvalê îro daxuyaniyek bi sernavê "Plankirina rewşa ne li bendê - Covid-19" weşandin. Li gor daxuyaniyê dê festîval di navbera 26-30'yê kewçêra 2020'an de li dar bikeve. Festîvalê ragihandiye ku her gav tenduristî û ewlehiya civakê armanca wan e û diyar kiriye ku piştî ligel rayedaran jî axivîne festîval taloq kirine.
Amadekarên festîvalê diyar kirine ku hemû hatin û çûyîn, sponsorî li gor vê yekê eyar kirine û di vî warî de ligel şirîkên xwe di nav hevdîtinan de ne, di meha kewçêrê de bê pirsgirêk li dar bikeve. Wan gotiye ku di rojên pêş de dê agahiyên berfirehtir belav bikin.
Berê hatibû ragihandin ku Festîval dê heta 15'ê avrêlê bisekine û li gor vê biryareke bide, lê ew biryar îro hat ragihandin.
Serokê Juriyê Lee ye
Demek berê hatibû ragihandin ku Serokê Juriya Festîvalê îsal dê lîstikvanê amerîkî, derhêner, sazkar û senarîst Spike Lee be. Lee piştî eşkerekirina navê wî wisa gotibû: "Ji ber ku wan ez ji bo vê peywira bi prestîj hilbijartine li ser navê amerîkiyên bi eslê xwe afrîkî ez serbilind im."
Yek ji organîzatorên festîvalê Thierry Gremauks jî gotibû ku hibijartina kesek reşik ji bo serokatiya festîvalê ne gavek siyasî, peyameke gerdûnî ye.