Diyarname
Îro Roja Zarokan a Dinyayê ye. Lê Tirkiye mafên van zarokan qebûl nake.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 20'ê sermaweza 1989'an de Peymana Mafên Zarokan qebûl kir. Ev peyman di 2'yê rezbera 1990'î de kete jiyanê. Tirkiye jî têde 191 welatan ev peyman îmze kir û qebûl kir lê Tirkiyeyê sê xal* jê îmze nekir û qebûl nekir. Ew jî zêdetir li ser zimanê zikmakî ne.
Peyman dike ku bi her awayî zarok bêne parastin, ziman û nijada wan, jiyana tevî dê û bavê wan tê xwestin, her wiha agahiyên li ser jiyaneke bi tendurist a ji bo zarokan jî tê ziman. Di peymanan de tê xwestin ku zarok ji şeran jî bêne parastin.
Lê li Tirkiyeyê her roj zarokên ku bi sedemên cur bi cur jiyana xwe ji dest didin, nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê jî bibînin. Bi gotineke din di vê 20'ê sermawezê Roja Zarokên Dinyayê ya Navneteweyî de zarokên kurd ji gelek tiştan bêpar in û xalên vê peymanê jî nikarin ji bo wan bibin çare.
Li Tirkiyeyê Peymana Mafên Zarokan di sala 1995'an de kete jiyanê, ji wê rojê heta niha gelek hikumet hatin û çûn û ev 8 sal in jî AK Partî li desthilatdariyê ye lê yekê jî berê xwe, bala xwe neda Peymana MAfên Zarokan û ew xalên hatin redkirin qebûl nekir. Bi vî awayî jî pêşî li mafên zarokên kurdan girtin/digirin.
*Tirkiyeyê Peymana Lozanê sedem nîşan da û xalên 17, 29 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan îmze nekir û qebûl nekir ku ev her sê xal li ser perwerdehiya zarokan, azadiya ramanê, jiyîna çanda xwe û bikaranîna zimanê xwe ne.


