Diyarname
Di dema ku ji ber vîrusa koronayê çalakî têne betalkirin de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî bi daxuyaniyek eşkere kir ku wan dersên xwe dane rawestandin.
Enstîtuyê ev biryara xwe wisa ragihand: "Ji ber nexweşiya Coronavirusê (Covid19) ji bo tenduristiya xwendekarên xwe me hemû waneyên xwe yên kurdî betal kirin. Li gorî rewşa vê xetereyê em ê careke din binirxînin û we agahdar bikin!"